Kurdî biryar e, ne hilbijartin!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 28 Îlon 2024 - 00:05

EBÎR MUHEMED / NÛJINHA / QAMIŞLO

Diyala Elî jineke 26 salî ye ji navçeya Çil Axa ya girêdayî bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Diyala derçûya fakulteya mafnasî ye her weke din derçûya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Rojava bi dawî kiriye û niha mamosteya ziman û wêjeya Kurdî ye li Çil Axa. Ew di jiyana xwe de bi nivîsê re, bi taybetî bi helbestê re mijûl dibe, tevî temenê xwe yê ciwan, serkeftinên mezin bi dest dixe di mihrîcan û pêşbirkên ku beşdar dibe de û her dem dibe yekem.

Diyala Elî di destpêka axaftina xwe de behsa qonaxa zarokatiyê û sedemên hezkirina nivîsê kir û wiha pê de çû: “Ji zarokatiyê ve ez ji nivîsê hez dikim û girîngiyê didim wêjeyê. Malbata min alîkar bû ji min re, ji ber ku bavê min nivîskar bû, bandorê li min kir û bû sedemek ku ez ji wêje û helbestê hez bikim. Derfet ji min re hatin pêşkêşkirin ji bo xwe bi pêş bixim, beşdarî çalakiyan bibim û nêrîneke min der barê wêjeyê de hebe.”

Diyala Elî diyar kir ku qonaxa amadehî destpêkirina wê ya rastîn bû di warê nivîsê de û wiha berdewam kir: “Qonaxa amadehî destpêkirina min a rastîn ango fermî bû, tirs nema û min biryar da binivîsînim. Bêtir min rojnivîs, bîranîn, hest û bûyerên di kêliyê de diqewimîn û dihatin bîra min, dinivîsandin. Beşdarî du pêşbirkên wêjeyî bûm li Rojava, di herduyan de jî bûm yekem.”

Kurdî dilê wê rehet dike

Diyala Elî destnîşan kir ku nivîsa bi zimanê Kurdî dihêle rehet bibe û wiha derbirî: “Bêguman hilbijartina min nivîsandina bi zimanê Kurdî, helbet di pileya yekem de ji ber ku zimanê dayikê ye. Ev ne dirûşm e û ne gotineke biçûk e ku em dibêjin, ev ziman beşek e ji kesayet, jiyan û hebûna me ya li ser rûyê erdê ye. Di bingehê xwe de divê ev ne hilbijartin be, biryar be. Dema bi Kurdî dinivîsînim, bêtir dikarim xwe pênase bikim û tê de dibînim.”

‘Dixwazim derûniya mirovan rave bikim’

Diyala Elî da zanîn ku şêwazê nivîsandina helbestan bi awayekî nûjen e û got: “Mijarên ku carê dixwazin binivîsînim an jî di bexşaneyên min de tên dîtin bêtirî xwe xemgînî ne her wiha bûyerên rasteqînî yên ku li dora me diqewimin. Di heman demê de balê dikşînim ser bûyerên ku di serê min re jî derbas bûne, girêdayî derûniya mirovan in. Li hêleke din nivîsên evînî, welatparêzî û pesindayînê hene lê ez bêtir hez dikim balê bikşînim ser mijarên ku derûniya mirovan rave dikin xêz bikim.”

‘Ji zanist û wêjeyê dûr nekevin’

Diyala Elî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zanistê, xwest van daxwaz û şîretan li ciwanên nûhatî bike: “Hêvî, daxwaz û şîreta min ji bo ciwanên ku ji nû ve rêya xwe dibînin ew e ku ji dibistan, xwendin, çand û zanistê dûr nekevin. Ji ber ku welat ne tenê bi çekê rizgar dibin. Doz bi pênûs û hişmendiyê di asta yekem de bi ser dikeve. Her çiqas şer tê kirin jî di dawiyê de ya ku bi ser dikeve aştî û zanist e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.