Kurd û dostên xwe wê meydanan tije bikin

În 1 Îlon 2023 - 00:05

  • Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut bang li Kurdan û dostên wan kir da ku beşdarî çalakiyên li dijî tecrîdê bibin: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd e.

Di 2 û 3’ê Îlonê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, wê li gelek deverên Ewrûpayê were protestokirin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut got, “Divê Kurd û dostên xwe hemû, tevlî çalakiya girseyî ya bi dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statû’ bibin.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku ew ê bi wesîleya 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanî, ji bo sembola aştiyê Rêber Abdullah Ocalan li meydanan bin û got, “Roja 2’ê Îlonê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li pêşiya Konseya Ewrûpayê û li Parîsê, 3’ê Îlonê li Lyonê, li Elmanyayê jî li bajarên Dusseldorf, Berlîn, Hamburg, Hannover, li seranserî Ewrûpayê, li Awûstralya û Kanadayê, di 2 û 3’ê Îlonê de, Kurd û dostên xwe wê li meydanan bin.”

Em bi girseyê li Strasbourgê ne

Zubeyde Zumrut bi bîr xist ku tecrîdkirina 25 salan a Rêber Abdullah Ocalan a li grava Îmraliyê, rewşeke wiha ye ku ne Kurd û ne jî dostên wan qebûl dikin û got, “Ji ber ku tecrîd êdî bûye êşkence, em bi fikar in. Rêber Apo sembola aştiyê ye. Ji bo vê, em ê jî li pêşiya Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê CPT’yê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bin; Konseya Ewrûpayê di nava Komploya Navneteweyî de cihê xwe girt û heta niha bêdeng e. Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, em ê dengê xwe bilind bikin.”

Divê CPT rapora Îmraliyê eşkere bike

Zubeyde Zumrut da zanîn ku CPT’yê piştî hevdîtina par a li gel Rêber Abdullah Ocalan a li girava Îmraliyê, hê jî rapora xwe eşkere nekiriye û got, “Gelê Kurd bi salan e ji bo azadiya rêbertiya xwe li meydanan e. Îro jî û sibe jî wê li meydanan bin. Herçiqasî 25 sal in dewleta Tirk sîstema tecrîdê pêk tîne jî, saziyên navneteweyî li hemberî vê bêdeng dimînin û dibin şirîkê vê sîstemê. Eger CPT saziyeke serbixwe be, divê bi rengekî bêalî, raporên xwe yên li girava Îmraliyê eşkere bike. Ji 30 mehan zêdetir e, malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û civaka Kurd, ti agahiyê jê wernagirin. Ev yek jî di nava jin, ciwan û civakê hemûyî de rê li ber metirsiyeke cidî vedike.” 

Em biçin Strasbourgê

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut xwest Kurd û dostên xwe hemû tevlî çalakiya di 2’ê Îlonê bibin û got, “Divê ji rêzê nêzî van çalakiyan nebin. Heta ku Rêbertî azad nebe, pirsgirêka Rojhilata Navîn jî, pirsgirêka Kurd jî çareser nabe. Bidestxistina statuya Kurdan jî, girêdayî sîstema tecrîdê û Rêbertiyê ye. Em gotina Rêber Abdullah Ocalan a ‘Dikarim meseleya Rojhilata Navîn jî, meseleya Kurd jî di 24 saetan de çareser bikim’ bi bîr dixin û careke din dibêjin, navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e. Çalakiya me ya li Strasbourgê wê di saet 10.00’an li Place de la Republiquê bi meşekê dest pê bike û li pêşiya Konseya Ewrûpayê, bi mitîngekê bi dawî bibe.”

Di 2-3’ê Îlonê de li her devera Ewrûpayê

Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku tenê li Strasbourgê na, li her devera Ewrûpayê wê di 2 û 3’ê Îlonê de çalakî bên lidarxistin û got, “Ji Elmanyayê federasyonên me FED-GEL û FCDK-KAWA, temamê Swîsreyê wê beşdarî çalakiya me ya li Strasbourgê bibin. Li Elmanyayê jî di 2’ê Îlonê de li Dusseldorf, Berlîn, Hamburg û Hannoverê, çalakiyên girseyî werin lidarxistin. Li temamê Ewrûpayê, li Awûstralya û Kanadayê jî, wê di 2 û 3’ê Îlonê de, Kurd û dostên xwe, wê li meydanan bin.” 

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di dawiya axaftina xwe de bang li Kurdên li Ewrûpayê kir da ku tevlî çalakiyan bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.