• Li gelek bajarên Ewropayê Kurd û dostên wan dijî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan xwe berdane meydanan û pergala tecrîdê bi hêrs şermezar kirin. Kurdistanî û dostên wan gotin tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û divê demildest dawî li pergala tecrîdê were.

Li gelek navendên Ewropayê Kurd û dostên wan, li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi çalakiyan sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê protesto kirin. Di çalakiyên ku li Viyana, Stûtthgart, Nurnberg, London û Hannoverê,  Hamburg, Amsterdam, Berlîn, Freîbûrg, Kopenhagê hatin lidarxistin, bang li gelê Kurd hate kirin ku ji bo azadiya xwe rabe ser piyan. Her wiha bang li CPT û saziyên Ewropayê jî hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Viyana

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, Kurdan li ber Parlamentoya Awûstûryayê mîtîngek lidar xistin.

Mîtîng bi pêşengiya DEM-KURD’ê hate lidarxistin. Hevserokê Civaka Azad a Awûstûryayê Ahmet Zîrek daxuyanî da û got: “Divê hemû Kurd rabin ser piyan û xwedî li Rêberê xwe derkeve.”

Stûttgart

 Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li cadeya Laûtenschlager hatin ba hev. Gelek pêkhateyên saziyan beşdarî çalakiyê bûn.

Nurnberg

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi heman armancê meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan diyar kirin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bang li CPT û saziyên Ewropayê kirin ku wezîfeya xwe ya li dijî tecrîdê, bi cih bîne.

London

Li paytexta Îngilistan Londonê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo Rêber Abdullah Ocalan ku 39 meh in agahî jê nayê wergirtin, stand hate danîn. Di standê de broşur û pirtûk hatin belavkirin.

Hannover

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî tecrîd hate protestokirin. Çalakiya ku li Hannover Haûptbahnhofê hatî lidarxistin, bi şîara “Werin em li her deverê dengê xwe bilind bikin û tecrîda giran a li ser  Ocalan bişkînin” hate lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîda mutlaq a li ser Abdullah Ocalan hate teşhîrkirin.

Kopenhag

Kudistanî û dostên wan ên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn, sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê bi mitîngekî protesto kirin.

Di daxuyaniya li ser navê girseyê de wiha hate gotin: “Ji ber ku 3 sal in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin ku zêdeyî 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda muteq de tê girtin, em ji jiyana wî fikar in. Em bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê dikin ku erkên xwe bi cih bînin.”

Berlîn

Li paytexta Elmanya Berlînê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya Rêber Ocalan û protestokirina êrîşên dewleta Tirk çalakî lidarxistin.

Ciwanên ku di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî,  ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi meşaleyên bi reng ji kolana Sudsternê heya Admîralsbruckê meşiyan.

Freîbûrg

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Freîbûrgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî tevlî meşê bûn. Beriya destpêkirina meşê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre meş ji qada Alte Synegoge Platzê destpê kir.

Amsterdam

Kurdistanî û dostên wan ên li Amsterdamê li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (ADGB) li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li Amsterdam Dam Pleînê li hev civiyan.

Di çalakiya ku gelek kes tevlî bûn de şert û mercên giran ên tecrîdê hatin protestokirin. Bi daxuyaniya li Dam Pleînê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan peyam hatin dayîn û bang li CPT û raya giştî ya Ewropayê hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Hamburg

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi girtiyên siyasî re di çarçoveya pêngava nû ku ji 1’ê Hezîranê ve hat destpêkirin, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê ve mitîng hat lidarxistin.

Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê û Berdevka Komê Cansû Ozdemîr li mîtîngê axivî. Ozdemîr got: “Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan tê pêkanîn sûcê mirovahiyê ye. Em vê qebûl nakin û divê li ber vê yekê têbikoşin. Abdullah Ocalan ji aliyê milyonan kesan ve weke rêber hatiye qebûlkirin û muxatabê herî mezin ê çareseriya pirsgirêka Kurd e.’’

NAVENDA NÛÇEYAN