Çalakiya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ji 25’ê Çileyê 2021’ê ve her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, dewam kir. Vê hefteyê, siyasetvanên Belucistanî yên li sirgûnê ji bo piştgiriyê tev li çalakiyê bûn û daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar hat dayîn. 

Daxuyanî, di şexsê Zîlan (Zeynep Kinaci) de, bi bibîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd dest pê kir.

Heta tecrîd hebe li meydanan in

Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî got, ev 30 meh in ku ew tecrîdkirina Rêber Abdullah protesto dikin û tehemula Kurdan li tecrîdê nemaye. Çelebî anî ziman ku saziyên navneteweyî di mijara tecrîdê de bi erka xwe ranabin û rexne li helwêst û bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê CPT’yê kir. Çelebî, her wiha destnîşan kir ku heta dawî li tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan neyê, ew ê her li qadan bin û anî ziman ku azadiya Kurdan girêdayî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.

Qedera me yek e

Raportorê NY’yê yê Belucistanê Munîr Mengal ku bi pişt re axivî, got, qedera wan û Kurdan yek e. Mengal got, welatê wan jî mîna Kurdistanê dagirkirî ye û di serî de Rêber Abdullah Ocalan, daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî kir û got, “Kurd û Belûc li Kanadayê bi hevparî têdikoşin û ji bo daxwazên xwe yên hevpar bînin ziman, em li ber NY’yê hatine ba hev.”

Seroka Parlamena li sirgûnê Prof. Naela Qaudrî Baloch jî got, têkoşîna wan û Kurdan dişibe hev, du gelên ku bira û xwişkên hev in, divê di qada navneteweyî de bi hev re têbikoşin. Piştî axavtinan çalakiya rûniştinê dest pê kir.

ANF/CENEVRE