Kurd rûmeta mirovahiyê diparêzin

Duşem 13 Çile 2025 - 03:05

Endamê Komîteya 'Pêngava Azadî ji Abdullah Ocalan re' siyasetmedarê Swîsreyê Dr. Beppe Savary diyar kir ku baweriya wî heye ku Kurd serketineke mezin bi dest bixin û got:"Tenê bila li dora fikrên Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin."

Di destpêka axaftina xwe de Dr Savary bal kişand ser bûyerên li Sûriyeyê û got:"Beşar Esad ti carî nebû dostê Kurdan. Rejîma heyî jî soza tiştên baş nabe. Êrîşên li ser Rojava bû yek ji kiryarên xwe yên destpêkê. HTŞ ji bo demokrasiyê cihê hêviyê nîne. Modela ku Rojava pêşkêş dike fikrekî welê ye ku ji bo tevahiya herêmê dikare bê pêkanîn. Lê belê veguherîna Îslamî ya ku Erdogan piştgiriya wê dike, metirsîdar e. Erdogan dema ku ji bo kontrolkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete nava liv û tevgerê, gefên li ser Kurdan jî zêde bûn. Binihêrin, êrîşê dibe ser qadên jiyanê yên Kurdan. Embarên genim, febrîqe, qenalên avê dibin hedefa êrîşan. Ev yek sûcê şer e. Hewl didin exlaqê şer jî ji holê rakin. Şer jî xwedî exlaqekê ye, ne welê? Êşkence li jinan, li zarokan tê kirin. Mirovên ji mezhebên cuda yekser têne kuştin. Xwedayê wan, soza kuştinê dide her kesên ne ji wan. Lewma li Rojhilata Navîn ku Rojava navenda wê ye, Kurd rûmeta mirovahiyê diparêzin. Rast e, divê mirov vê yekê weke dirûşmekê nebînin. Em rastiya li qadê tînin ziman."

Meyla Ocalan diyalog e

Di dewama axaftina xwe de Dr. Savary rewşa Rêber Apo nirxand ku hîn jî tecrîdkirî ye û got:"Tecrîdkirina Abdullah Ocalan dişibe tecrîdkirina Mandela ya li Girava Robbenê lê belê rewşa wî hîn giran e. Lê fikrên wî nikarin bêne girtin. Banga Ocalan ji bo xwegihandina armancên aştiyane ye ku ev yek û nêzîkatiya Mandela dişibin hev. Lê belê hem şert û mercên mêtingeriyê hem jî kûrahiya îdeayê cuda ye. Mandela li hemberî nijadperestiyê ji bo temsîliyeta wekhev a hemû nijadan demokrasî diparastin. Bawerim parastina xwe ya dawî bi navê 'Parastina Kurdan ku di bin zexta qirkirina çandî de ye' bû. Ocalan ne tenê bi fikir û têkoşîna xwe vî gelî diparêze, di heman demê de ji nû ve bi ser xwe ve dianî. Pênaseya nasnameyê dike, bi polîtîkayê re pêwendiya vê yekê datîne. Destpêkê bi min gelekî balkêş bû; digot polîtîka ne ya dewletê ye. Diyar dikir ku civak xwedî nasnameyeke polîtîk e û azadî jî bi têkoşîneke çekdarî ya rê li ber polîtîkayê veke re pêwendiya xwe heye. Ne tenê têkoşîna çekdarî ji xwe re dikir esas, îradeya wê yekê ya ku bi rêya wê têkoşîna demokrasiyê biafrîne, destnîşan dikir. Alternatîfan pêşkêş dike, lê belê meyla xwe diyalog e. Ev yek nîşaneya israra xwe ya li ser demokrasiyê ye.

Li Rojava jî rewş bi vî rengî ye; beriya pêngavên rizgarkirina herêman Rêveberiya Xweser a Demokratîk bangê dike. Herî dawî ji bo Minbicê li Kobanê gelek hevdîtin hatin kirin. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk li gorî peymanê tevnegeriya, hêzên QSD'ê dest bi pêvajoyeke welê kir ku cihên dest jê berda ji nû ve bi dest bixe. Em dibînin ku Kurd ne Kurdê berê ne. Li qadê ji aliyê leşkerî ve xurt in, lê belê dixwazin bi rêya dîplomasiyê encamê bi dest bixin. Ev daxwazên wan nîşaneya perspektîfên îdeolojîk-polîtîk ên Kurdan e."

Tirkiye gefan li Rojava dixwe

Dr. Savary anî ziman ku sîstema demokrasiya rasteqîn a li Rojava ku jin û mêr wekhev in, divê bê parastin û got:"Ya rast hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdên li herêmê di heman demê de ji bo Xiristiyan, Elewî, Durzî, Êzidî, Yahûdî, Kurd, Sûniyên sekuler ku nîvê nifûsa Sûriyeyê ne, garantî ye. Tirkiye hewl dide QSD'ê weke Talîban a li Efganistanê nîşan bide. Ji bo vê hewl dide, lê belê piştevaniya îdeolojîk a QSD'ê, sîstema xweser e ku bi temamî xwe dispêre demokrasiyê. Ya ku krîzê giran dike Tirkiye bi xwe ye. Tirkiye bi çeteyên xwe yên ji bo pereyan şer dikin gefê li gelan û destketiyên li Rojava dixwe. Yên ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng dimînin beriya 101 salî li Lozanê xaka Kurdan parçe kirin. Di bin vê sîwanê de qirkirina çandî û fîzîkî li Kurdan hate ferzkirin. Ji faşîzma Tirk ên spî heta bi Kembera Ereb, ji wê derê heta Helebceyê û darvekirinên li Îranê. Êrîşên li ser Rojava tenê kurteberiya dîrokê ye. Kurdan portreya mêtingeriyê di hişê xwe de neqişandin. Herî kêm bi qasî Yahûdiyan xwedî hişmendiya dîrokê ne û bi wê hişmendiyê gelekî xwedî meyla azadiyê ye." Savary destnîşan kir ku Kurd li Rojhilata Navîn diyarker e û ji ber vê yekê jî Îsraîl jî, DYE jî, Rûsya jî neçar in têkiliya xwe ya bi Kurdan re dewam bikin.

Kurd dilsozê Ocalan in

Dr. Savary herî dawî li ser hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re got:"Wergirtina agahiyê ji Rêber Apo, hînbûna başbûna moral û tenduristiya wî cihê kêffxweşiyê ye. Divê karibe bi hêsanî û tenduristiyeke baş bixebite. Wî bi xwe got, 'Eger şert û merc bêne afirandin wê karibe bi navê azadî û demokrasiyê tevkariyê li siyasetê bike. Dem dema biratî, demokrasî û aştî ji bo Tirkiye û herêmê ye'. Ocalan herêmê baş nas dike, pê zane. Peyam da gelê Kurd. Gelê Kurd jî berxwedana Îmraliyê silav kir. Gel diyar kir ku ew bi pêvajoya Ocalan ku rêberê gel e, piştrast e. Gel gelekî dilsozê Ocalan e. Lewma eger li Tirkiyeyê wê bi Kurdan re demokrasî û rêya diyalogê bê danîn, muxatabê vê teqez Ocalan e. Bi dîtina min Kurd wê serketineke mezin bi dest bixin. Tenê bila têkoşîna xwe ya li dora fikrên Ocalan dewam bikin. Ez hinekî bi Kurdî znaim; Bijî Apo, bijî Kurdistan û Jin, Jiyan, Azadî."

ANF/MAHSÛN KOYUN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.