Kurd rengê xwe didin Rojhilata Navîn

În 1 Tebax 2025 - 03:35

Parêzer û nivîskar Gurkan Çakiroglû, yek ji wan kesan e ku dixwaze ji bo pirsgirêka kurd çareseriyek bê dîtin û piştgiriyê dide pêvajoyê, li ser pêşketinên di siyaseta derve, helwesta Tirkiyeyê û bandora vê rewşê li ser pêvajoyê axivî. Çakiroglû bi bîr xist ku rejîma Esed bi destwerdana welatên rojavayî li Sûriyeyê hatiye hilweşandin û Tirkiyeyê jî, bi fêmkirina vê yekê, ev pêvajo daye destpêkirin û got:"Piştî van pêşketinan, birêz Devlet di 22'yê Cotmehê de gaveke dîrokî avêt û Tirkiyeyê ber bi serdemeke nû ve bir. Bi rastî, gava birêz Devlet destpêka pêvajoya rejîma ku di sala 1925'an de hatibû damezrandin û heta sala 2025'an bi dawî dibû nîşan da. Bi vî awayî, ev gava herî avaker û pêşverû ya dîroka Komarê ye." Çakiroglû bal kişand ser xeletiyên siyaseta Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:"Ger Hakan Fîdan, Şara deyne kêlekeke xwe, divê Mazlûm Ebdî jî deyne kêleka xwe. Sedema bingehîn a pirsgirêkên li Sûriyeyê têkçûna Tirkiyeyê, an jî nekarîna wê ye ku vê gavê biavêje. Modernîzasyoneke kurd li herêmê û cîhanê pêk tê. Ji ber vê yekê, di serdema pêş de, modernîzasyona kurd dê dirûv bide Rojhilata Navînê." Çakiroglû wekî neteweperestekî tirk, diyar kir ku divê Tirkiye YPG'ê xurt bike, ne ku wê tasfiye bike û got:"Geşedanên li Sûriyeyê rasterast bandorê li rewşa Tirkiyeyê dikin. Divê Tirkiye divê li Sûriyeyê bi taybetî li kêleka Durzî û Nûsayriyan bisekine. Ger Şara biryar bide ku li dijî YPG'ê şer bike, divê tankên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li kêleka YPG'ê werin bicihkirin. Dewleteke demokratîk û bihêz a ku bi serweriya hiqûqê tê rêvebirin tenê bi vî rengî mimkun e."

Erdogan dixwaze komîsyonê pûç bike 

Çakiroglû bal kişand ser xwesteka Erdogan a tazyikkirina komîsyona ku dê li meclisê were damezrandin û got:"Ev sedema bingehîn e ku çima 4 endam ji Partiya MHP û DEM Partiyê, 10 ji CHP û 21 jî ji AKP re hatine dayîn. Ev ne tenê ne demokratîk e, lê di heman demê de gavek e ku armanc dike ku komîsyonê asteng bike. Lê belê, ez bawer dikim ku CHP, MHP û DEM Partî wê li hev bikin. Ez bawer dikim ku xewna birêz Tayyip a astengkirina komîsyonê jî dê pûç be. Em dibînin ku hişê dewletê dixwaze Tirkiyeyê ji avahiya wê ya heyî derxîne. Birêz Tayyip, wekî Serokkomar, bê guman di her qonaxa pêvajoyê de amade ye, lê wekî dewletmedar û siyasetmedar, ew di her qonaxa pêvajoyê de tune ye."

Erdogan alîgirê eniya otorîter e

Çakiroglu diyar kir ku niha li cîhanê şerekî du alî û piralî heye û got:"Aliyek ji vê yekê xeta London-Washington e, ya din jî xeta Washington-Tel Aviv e. Di navbera hişê Likudnîk û hişê Anglo-Sakson de, bi gotineke din, di navbera cîhana demokratîk û cîhana otorîter de şerekî mezin heye. Ev şer li gelek eniyan, wekî Ukrayna, Iraq, Qibris, Sûriye û Îranê berdewam dike. Ger Tirkiye nikaribe pirsgirêkên xwe çareser bike, dibe ku sibê bibe yek ji van eniyan. Ji ber vê yekê, divê em pirsgirêka kurd tavilê çareser bikin. Li Tirkiyeyê, birêz Devlet û baskê wî, CHP û DEM Partî, li kêleka demokrasiyê ne. Lê birêz Tayyip û hevalên wî li kêleka eniya otorîter in. Ev e ya ku bi bingehîn pêvajoyê li Tirkiyeyê asteng dike." Çakiroglû bal kişand ser Peymana Lozanê û got:"Mustafa Kemal Ataturk yekem kes bû ku Lozanê binpê kir. Wî bi Montreux û Hatayê ew binpê kir. Bulent Ecevit bi destpêkirina operasyona li Qibrisê ew binpê kir. Birêz Devlet dibêje, 'Bila cîgirê serokomar kurd û yê din elewî be.' Ez bi birêz Devlet re nakok im. Hemwelatîbûna wekhev bes e; neteweyeke demokratîk ji bo me bes e. Divê maf û azadiyên bingehîn ên kurd û elewiyan werin naskirin. Komar di sala 1923'yan de hatiye ragihandin, lê rejîm di sala 1925'an de bi fermana Takriri Sukûn hatiye damezrandin. Du stûnên bingehîn ên rejîmê hebûn: yek ew bû ku kurdan paşguh bike û ya din jî ew bû ku wekî ku beşa olî/muhafezekar a civakê tune be tevbigere. AK Partî û pêkhateyên wê pirsgirêka duyemîn ji holê rakirin û beşeke mezin ji nifûsê bi komarê re li hev hat. Lê kurd û elewî hîn jî li derve ne. Divê kurd û elewî jî di bin sîwana Komarê de werin bicihkirin. Ger ev were kirin, wê Tirkiyeyeke xurt, demokratîk û bi huqûqê ve girêdayî hebe.

MA/MELÎK ÇELÎK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.