‘’Kurd Ocalan bernadin’’

Sêşem 6 Sibat 2024 - 00:45

Dayikên Aştiyê yên li Êlihê Nobeta Edaletê didomînin xwestin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin. 

Ev 35 meh in ji Rêber Ocalan ti agahî nayê standin. Raya giştî ya Kurd ji ber vê raya giştî ya Kurd mitaleya tendiristî, jiyanî ya Ocalan dike. Li dijî vê tecrîda jidandî ya li ser Ocalan ji 27’ê Mijdarê ve greva birçîbûnê didomînin. Her wiha xizmên girtiyan jî ji bo ku zarên xwe tene nehêlin û dijî tecrîda derhiqûqî ya li ser Ocalan hatiye danîn Nobeta Dadê dane destpêkirin. 

Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag a li Êlihê di Nobeta Edaletê de cih digire wiha got, “Divê jin, ciwan û dayik toreke têkoşînê ava bikin û li dijî polîtîkayên dewletê yên zext û zilmê bibin yek. Em ji girtiyan re ku li nav çar dîwaran têdikoşin, bibin deng. Em ji vir bang li gelê Êlihê dikin. Hema bêje xizmekî herkesê di girtîgehê de tê ragirtin. Werin em vê îşkenceyê bi dawî bikin. Em piştevanê girtiyên azadiyê bin.’’

 Akdag, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Bi milyonan mirov dixwazin ji birêz Abdullah Ocalan agahiyê bigirin. Ji her aliyê cîhanê gel ji bo wî li qadan in. Li vir hem çalakiya greva birçîbûnê hem jî ‘Meşa Azadiyê’ heye.”

Meşeke dîrokî ye

Dayikeke din a Aştiyê Horî Acarê jî wiha got: “Berxwedana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan planên hêzên emperyalîst pûç kirin. Heke li ser xeta birêz Ocalan em têbikoşin, dê gelê Kurd serbikeve. Heta niha wiha bû. Temamê destkeftiyan jî bi saya wê rêyê ye ku birêz Ocalan xêz kiriye. Divê ji bo birêz Ocalan ê ev rê xêz kir û gelê Kurd azad kir herkes destê xwe deyne binê kevir.”

 Acar, kesên tev li Meşa Azadiyê bûne silav kirin ev tişt gotin: “Ev meşeke wiha ye ku dê derbasî dîrokê bibe. Meşeke wiha ye ku wê komploya 15’ê Sibatê pûç bike. Em spasiyên xwe pêşkeşî kesên tev li bûne û piştgirî dane dikin.” 

 Ev gel Ocalan bernade 

Sûltan Azboy jî wiha axivî: “Li gelek aliyên cîhanê Kurd ji bo birêz Abdullah Ocalan li ber xwe didin. Azadiya xwe dixwazin. Li girtîgehan li ber xwe didin. Li bajarên Ewropayê li ber xwe didin. Li 4 parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Çi dikin bila bikin ev gel dest ji birêz Ocalan bernade. Her roja ku diçe xwedîderketin zêdetir dibe. Çalakiya greva birçîbûnê, Nobeta Edaletê û Meşa Azadiyê çend ji van e. Em demeke dirêj e ji birêz Ocalan agahiyê nagirin. Bila herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe û li gorî wê tevbigere. Desthilat bêgav e ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.”

Ev 40 sa in têkoşîna dadê dide

Hanîfe Gumuş a di Nobeta Edaletê de di salên 1990’î de koçî Îzmîrê kiriye û ev 40 sal in têkoşîna azadî û edaletê dide. Hanîfeyê diyar kir heta ku daxwazên wan bêne qebûlkirin wê têkoşînê bidomînin.

Yek ji berxwedêra Nobeta Edaletê ya Îzmîrê  Hanîfe Gumuş e. Hanîfe Gumuş ji salên 90’î ve ye li dijî zext û zilmê têkoşîna ‘edalet’, ‘aştî’ û ‘azadiyê’ dide.

 Hanîfe û malbata xwe 27 sal berê ji Nisêbîn a Mêrdînê koçî Îzmîrê dikin. Kurê wê Mehmet Nezîr Gumuş di 1992’yan de ji ber zextan tevli PKK’ê dibe, di 1999’an de tê girtin û 36 sal ceza lê tê birîn. Hevjînê Hanîfeyê di 1994’an de ji aliyê Hîzbullahê ve tê qetilkirin. Hanîfe diyar dike ku dema tên Îzmîrê li ser erdên findiq û pembo dixebitîn, di fabrîqeyan de xebitîne. Kurê wê Nezîr li gelek girtîgehan dimîne. Hanîfe niha ji bo kurê xwe û girtiyên din yên li dijî zext û tecrîdê têbikoşin di Nobeta Edaletê de dengê wan dide bihistin.

Bila dayik piştgiriyê bidin

Hanîfeyê got ev rewş işkenceye û got niyeta dewletê ew e ku girtiyan qetil bike û wiha ve domand: “Divêji  bo girtiyên nexweş demildest gav bê avêtin. Bila girtî bên berdan. Em dayik ji bo zarokên xwe di nobetê de ne. Bila dayikên girtiyan piştgiriyê bidin me. Bila xwedî li zarokên xwe û serokatiya xwe derkevin. Em zarokên xwe ji vê zilmê xilas bikin. 

Dijî tecrîdê em ê têbikoşin

Hanîfe der barê meşa azadiyê ya li Qers û Wanê destpê kiriye axivî û got ew meşvanan silav dike û wiha dawî lê anî: “Bila riya wan vekiribe. Em piştgiriyê didin wan. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em wan pîroz dikin. Serkeftinê dixwazim.  Bila tecrîd êdî bişkê. Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo dayikan, ji bo girtiyan û ji meşvanên azadiyê serkeftinê dixwazim.”

MA/ÊLIH/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.