Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnamevan Dîcle Muftuoglu bi muzîkjen Ahmet Tîrgîl re peyiviye. Ahmet Tîgrîl di pêvajoya pandemiyê de li ser medyaya vîrtuel (xeyalî/dîjîtal) ji xwe re dikek ava kiriye. ew dibêje, mirov bi muzîkê ji hev fêm dikin û muzîk xwedî hêzeke peveker e. 

Ahmet Tîrgîl, gava xwendekarê lîseyê bûye ji xwe re tembûrek kiriye û bi vî awayî daxilî nav muzîkê bûye. Paşê li zanîngehê muzîka klasîk û kemanê dixwîne. Ew hingê ji Alî Ozalp hînî lêxistina tembûrê dibe. Niha her kes wî bi kemana wî nas dike. Tîrgîl, di pêvajoya pandemiyê de projeyên xwe yên bi navê "Bir +" ve "With X" bi rê ve dibe. 

Serkemanjenê Baleya Operayê ya Dewletê ya Stenbolê Oleksandr Samoylenko dersên kemanê dide wî.

Nihêrîna wî ya li muzîkê yek car diguhere gava ku ew Metîn Kemal Kahraman nas dike. Tîrgîl dibêje: "Bi pirranî em navên wekî Muzîka Gel a Tirk, Muzîka Gel a Kurd li hin muzîkan dikin. Lê belê Kemal Kahraman vê yekê wekî 'muzîka cografyayê' pênase dike. Ev tiştekî girîng e."

Siyaset bandorê dike

Tîrgîl di pêvajoya êriişên topyekun ên dewleta Tirk li dijî akademîsyen, sendîkavan û hunermendan, wî îstîfa kiriye û çûye Elmanyayê. 

Tîrgîl dibêje, bûyerên siyasî bandorê li xebatên hunerî hemûyan dikin: "Ji wî kesî re ku ji Amedê telefonî min dike, dibêjim, 'berhemeke Kurmancî hilbijêre, em li ser wê bixebitin.' Ew jî ji min re dibêje, na mamoste, ez straneke Neşet Ertaş bibêjim, dê çêtir be. Mirov êdî ditirsin guh li axaftineke bi Kurdî bikin." 
 
Dika dîjîtal a li ser înternetê

Tîrgîl di dema pandemiyê de hîna nû berê xwe dide dinya dîjîtal. Wî bi rêya kanala youtube dest bi hewldanan kiriye: "Bêyî portalên wekî youtube û instgramê, ne mimkun e. Lema gava tu bixwazî konserekê li dar bixî, wê li ser medyaya civakî bi deh hezaran kes guhdarî bikin. Min jî hewl da hin tiştan bikim. Ewilî min projeya 'Bir +' da destpêkirin. Piştî vê, min projeya 'With X' da destpêkirin. Di vê projeyê de kesên nas dê hebin. Kesên dengxweş ku em wan nas nakin jî dê hebin."

NAVENDA NÛÇEYAN