Kurd û dostên xwe bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) a Cenevreyê ya Swîsre li Place de la Navîgatîonê hatin ba hev, ber bi qada Palaîs Wîlsonê ve ku Serkomîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, meşiyan.
Li qada Palaîs Wîlsonê, daxuyaniya KNK’ê ya li ser tecrîdê ya bi Fransî hat xwendin.
Hevserokê CDK ya Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî li vir axivî, bi bîr xist ku 28 meh in bi awayekê nehiqûqî û nemirovî ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê wergirtin.
Çelebî, îşaret bi polîtîkayên qirkirinê yên sed sal in berdewam in kir û bang li Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) û Ofîsa Mafên Mirovan a NY’yê (OHCR) û saziyên rayedar kir ku bi erka xwe rabibin.
Çelebî, di dawiya axaftina xwe de daxwaza berdana Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er kir ku ji bo protestokirina ji sûcekê ku nekirine ji 23’yê Tîrmeha sala 2019’an ve di Girtîgeha Hewlêrê de tên ragirtin û banga tevlîbûna meşê kir ku wê 23’yê Tîrmehê li Lozanê bê lidarxistin.
ANF/CENEVRE