- Li Silêmaniyên jinên ciwan çalakiya daliqandina pankartê kir û got, PKK li Başûr ne mêvan e.
Li Silêmaniyeyê jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê pankarta li ser nivîsandî "PKK mêvan nîne, PKK gel e, gel li vir e' daliqand.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda li ber êrişkariya PDK'ê ya li dijî herêmên gerîla radibin.
Bi vê armancê li ser pira Pirde Kobnê ku yek ji pirên herî dirêj ên bajêr e, pankarta li ser nivîsandî "PKK mêvan nîne, PKK gel e, gel li vir e' hate daliqandin.
Ciwanan diyar kir ku PKK partiyeke gelê Kurd e û gelê Kurd li ku hebe PKK jî wê li wir hebe.
SILÊMANÎ