Kurd li kombûna gelan bûn

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:38

Di Festîvala Openair Wipkingenê de ku bi rengê kombûna gelan her sal li Zurichê tê lidarxistin, qala sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hate kirin.

Li bajarê Zurich ê Swîsreyê Festîvala Openair Wipkingenê bi rengê kombûna gelan tê lidarxistin. Festîval îsal li qiraxa çemê Limmatê di navbera 21-22'ê Hezîranê de hate lidarxistin. Nûnerên Kurdistanê, Filîpîn û Fîlîstînê tevlî festîvalê bûn. Di festîvalê de qala têkoşîna gelan hate kirin. Îsal bi mijara bingehîn a 'Piştevaniya bi girtiyên siyasî' re festîval hate lidarxistin. Ji enternasyonalîstan Koroya Karkeran 2 konserên cuda di festîvalê de da. Di festîvalê de işaret bi rewşa bi hezaran Filîstînî û girtiyên Filîstînî hate kirin ku di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê de têne hiştin. Di festîvalê de bi navê Komîteya Rojava jî daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de qala têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê hate kirin û işaret bi rola Rêber Abdullah Ocalan a di têkoşînê de hate kirin. Di festîvalê de her wiha têkildarî sîstema tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan hevpeyvîn jî hate kirin.

ANF/ZÛRIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.