Kurd li Japonya ne em jî li wir in 

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 04:43

Li hemberî zext, zordarî, astengî û asîmîlasyona li ser çand û hunerê Kurdan, gelê Kurd rê û rêbazên têkoşînê diafirîne. Akademiya Ma Musicê sala 2017'an li Amedê ava bû; ew, yek ji wan saziyan e ku serkêşiyê ji têkoşîna li dijî asîmîlasyonê re dike. Akademî hewl dide li Kurdistanê bi taybetî jî li Amedê Kurdan ji muzîkê bêpar nehêle. Di heman demê de hewl dide aliyên teorîk û teknîkî yên muzîkê jî bi pêş ve bibe.

Damezrîner û perwerdekarên Ma Musicê, berê li Konservatûwara Aram Tîgran a ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kar dikirin, piştî ku şaredarî bi destê qeyûm hate dagirkirin, Akademiya Ma Musicê ava kirin.

Yek ji damezrînerên akademiyê jî Şêrko Kanîwar e, ku qala karê xwe kir. Kanîwar bi bîr xist ku akademiya wan beriya niha di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bû, lê belê sala 2016'an dema ku qeyûm li şaredariyê hate bicihkirin, akademiya wan hategirtin.
Kanîwar dibêje, beriya karên akademiyê, ew çûne Başûrê Kurdistanê, li wir dest bi lêkolîna perwerdeya muzîkê kirine. Ew tîne ziman ku ew bi giranî li wan berheman rast hatiye yên ku ji welatên rojavayî hatine wergerandin û tevlî Kurdî hatine kirin.

 

Ji kreşê heta bi zanîngehê sîstem ava bûye

Kanîwar got, "Di serdanên xwe yên li Silêmaniye û Hewlêrê de, feraseteke muzîkê ya welê li ber çavên me ket ku ji taybetmendiyên Kurdî bêpar in û ji Ingilîzî û Fransî hatine wergirtin. Em neçar man ku rawestin. Ji ber ku ya ji me re diviyabû, danhevî û teknîka muzîkê ya bi rengê Kurdî bû. Me avakirina akademiyê ji xwe re kiribû armanc, lewma jî pêwîstiya me bi materyalan hebû. Her wiha diviyabû mufredateke perwerdeyê jî ji bo akademiyê hebûya. Bi taybetî kevneşopiya NÇM'ê li me ferz dikir ku akademiyek bê avakirin. Bi vê hest û berpirsyariyê biryar li ser avakirina akademiyê hate dayin. Ji ber vê yekê diviyabû me sîstemeke perwerdeyê ya demdirêj daniya ber xwe. Niha ji kreşê heta bi zanîngehê sîstemeke perwerdeyê ava bûye û em gihîştine asta bicihanînê."

 

Li her derê û ji bo her kesî muzîk

Kanîwar diyar kir ku ew dixwazin dema bê şaxên akademiyê ava bikin û got, "Em plan dikin ku sala bê li Ewrûpayê şaxekî akademiyê vekin. Em dixwazin xwe bigihînin malbat û zarokên Kurd ên li wê derê û têkiliya wan bi saziyên muzîkê re daynin. Di nava 40 salî de em dixwazin 40 şaxên Ma Musicê ava bikin. Me ev yek hem ji bo Kurdistanê, hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo welatên Ewrûpayê weke armancekê danîne pêşiya xwe. Her wiha em dixwazin li Japonyayê jî şaxekî mobîl ava bikin. Malbatên li wê derê têkilî bi me re danîn û xwestin ku 30 zarokan tevlî perwerdeyê bikin. Kurd li ku derê bin em li wir in. Em bi dirûşma 'Li her derê muzîk, ji bo her kesî muzîk' tevdigerin û divê li her derê xwe bigihînin Kurdan."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.