Kurd li Bexdayê lewaz bûne
În 2 Çile 2026 - 03:30

Di dema şeşem a Parlamentoya Iraqê de jî partiyên Kurdistanî carek din bi awayek parçebûyî ji bo çareserkirina pirsgirêkan vegeriyan Bexdayê. Ji bilî ku nekarîne pirsgirêkan çareser bikin, pirsgirêkên heyî hîn kurtir kirine û giraniya Kurdan kêm kirine. Aliyên Şie û Sunne bihev re di nava hemahengiyê de ne û di nav xwe de hemfikirin. Kurd tevî ku xwedî dozek nîştimanî ya netewî ya sed salîne li Iraqê, lê li şûna yekgirtîbin, di nava parçebûnek zêde de ne. Ev nakokî û parçebûna partiyên siyasî yên Kurd a li Bexdayê welatiyên Herêma Kurdistanê xistiye nava fikaran. Di derbarê mijarê de Mamostayê Zanîngeha Helebceyê Dr. Rencder Mihemed û Waliyê berê yê Helebceyê Ebdulrehman Mistefa axivîn. Dr. Rencder Mihemed da zanîn ku beriya mirov aliyên Iraqî ji pirsgirêkên ku rûbirûyê Herêmê dibin berpirs nîşande, divê aliyên Kurdî berpirs bên girtin û got:“Pêwîste em şêwazê xwe yê siyasî binirxînin ka sedemê lewazbûna me û kêmkirina kursiyên me ya li parlamentoya Iraqê çine. Ev peywendiya xwe bi me bixwe ve heye. Berê Kurdan aliyên Sunne û Şie li hev dianî û kom dikir, lê niha em wan ji bo pirsgirêkên xwe dikin navbeynkar. Ne encûmenek me ya siyasî wek ya Şie û Sûnneyan heye me kombike, ne jî berjewendiyên me yên netewî wisan li me dikin ku em destê xwe bidin hev û bi yek helwestê biçin Bexdayê. Kurd hertim wê rexneyê dikin ku Ereb bi çavê biratî li me temaşe nake. Lê em bi xwe nikarin bihevre bibîn bira û wek şirîkek rast bin. Ne giringe em li gel kêne, ya giring ewe tu çawan siyasetê dikî, bernama te çiye û tiyê çawan giftûgo bikî wek Kurd ne wek aliyek siyasî. Niha parçebûna ku li nava me Kurdan de heyî, bêguman cihê me li Bexdayê lewaz kiriye. Van partiyan ti bernameyek xwe ya netewî û nîştimanî nîne.”
Bila partî nakokiyan bidin aliyekê
Li ser heman mijarê Waliyê berê yê Helebceyê Ebdulrehman Mistefa jî axivî û got:“Ezmûna heta niha çêbûyî nîşan dide ku ger em pirsgirêkên navxweyî bidin aliyekê û yekgirtina xwe çêkin, emê destkeftî û serkeftinên mezin bidest bixin. Yekrêzî xala bihêz a pêşketin û bidestxistina destkeftiyên Kurdan e. Bêyî yekrêzî em nikarin biserkevîn û destkeftiyan bidest bixîn. Bila hemû partî pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin aliyekê, hewl bidin yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin. Pêwîste hemû partî bihevre bihêz biçin Bexdayê daku bikarin mafên Kurdan mîsoger bikin. Berovajiyê wê ger ne yekgirtîbin wê nikaribin destkeftiyên netewî bidest bixin. Wekî rewşa niha heyî, ji ber nakokiyên navxweyî beşek zêde ya destkeftiyan dibe ku ji dest Kurdan herin.”
ROJNEWS/HELEBCE















