Meclîsa Demokratîk a Gelê Kurd li Ingilîstanê, ji ber neqanûnîbûna serdegirtina avahiya Kurdish Community Center (KCC) ya li semta Harringey a Londonê, giliyê polêsê bajarê mezin ê Londonê kir. Ne bi gelekî piştî serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a Londonê, ev êriş 26´ê Mijdara bihurî hatibû kirin û di destê polês de ti belge û destûra dadgerekî nebû, ku karibe vê êrişa serdegirtinê bi awayekî qanûnî bike. Meclîsa Demokratîk a Gelê Kurd li Ingilîstanê ji ber vê giliyê polêsê bajarê mezin kir li Dadgeha Îdarî ya peywendîdar. Meclîs dixwaze bi giliyê ji bo tesbîta neqanûnîbûnê, êrişa polês mehkûm bike.
Di êrişê de ji bilî polêsê bajarê mezin (Metropolitan Police) polêsê dijeteror jî cihê xwe girtibû. Endamên civaka Kurd û kesên li Navenda Civaka Kurd (KCC) hazir li dijî vê êrişa polêsan li ber xwe da, lê polês bi darê zorê ketin hewşa avahiyê û piştî minaqeşe û berxwedana demdirêj, hîna nû vekişiyan û xelkê karîbû salvegera damezirandina PKK´ê pîroz bikin.
Meclîsa Demokratîk a Gelê Kurd li Ingilîstanê dide zanîn ku ji bo ku polês karibe bikeve erdekî şexsî lazim bû destûreke erkê ya dadgerekî wergirta; yanî li gorî meclîsê ne biryareke lêgerînê ya dadgeriyê û ne jî tehlûkeyeke diqewimî nebûn, ku ji bo polês bibe bingehê qanûnî yê serdegirtinê.
Meclîs dibêje, ji ber vê yekê, eşkere ye ku armanca serdegirtin û êrişa polêsan krîmînalîzekirina Kurdan bûye. Heta niha Polêsê Londonê derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.
Li dijî krîmînalîzekirinê meşiyan
Pêr êvarê jî Kurd ji Harringeyê, ji ber avahiya KCC´yê heta bi Woodgreenê meşiyan û helwêsta polêsan rûreş kir. Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meş organîze kir. Bi sedan kes meşiyan û di axaftinan de jî hat gotin ku Kurd bi rêyên cihê li Ingilîstanê tên krîmînalîzekirin.
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Ercan Akbal di dema meşê de got, “Yên ku Meclîsa Demokratîk a Gelê Kurd li Ingilîstanê bikin armanca êrişên xwe qaşo ji bo geriyana li terorîstan, diyar e ku li ser rêyeke şaş in. Kurdên ku li Rojhilata Navîn li dijî hêzên paşverû, faşîst û hov têdikoşin û ji bo rûmeta mirovahiyê û ji bo dinyayê berdêlên mezin didin, ne terorîst in. Terorîstên bi rastî li Enqerê ne.”
LONDON