Kurd hemû tevlî pêvajoyê bibin

În 18 Tîrmeh 2025 - 03:25

Di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo de, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casene ya gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, bi merasîmekê ku Hevseroka KCK’ê Besê Hozat jî di nav de bû, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 gerîlayan pêk dihat, çekên xwe şewitandin û niyeta xwe ya ji bo çareseriya aştiyane nîşanî hemû gelan û cîhanê dan. Derbarê mijarê de mamostayê zanîngehê Dr. Hejar Osman da zanîn ku piraniya civakê dijî şere, ev pêngav jî ji bo gelê Kurd piştgiriyek mezin çêdike û nêrînên xirab ên dijmin ên derbarê Kurdan de jî ji holê rakir. Osman da zanîn ku pêngavê ispat kir ku Kurd bi îradeya xwe çek diberdin û ji bo aştiyê dişewitînin û got:“Ev jî ji bo welatên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye parçekirin, peyamek gelek girînge. Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de kar bike. Heya niha dewlet aTirk jî zimanê xwe yê axaftinê neguherandiye û peyva ‘terorê’ bikartîne. Ji bo vê pêwîste destûra Tirkiyeyê were guhertin da ku mafê neteweyên din diyar bibe. Dewleta Tirk heya niha jî kiryarên xwe yên dijminane yên beramberî Kurdan dawî nekiriye û êrişên wan dewam dikin. Divê hemû girtî bên berdan, gelê Kurd bi hemû reng û dengê xwe tevlî pêvajoyê bibin û ji bo ku dewleta Tirk gavan bavêje, kar bikin. Jinên Kurd ji bo hemû cîhanê bûne nimûneya azadiyê û ev jî bi saya rêveberiya PKK’ê pêkhat. Jin dijî neheqiyê ne, em nîştimanperweriyê ji jinan fêr dibin û pêngava çek şewitandinê ku jinan pêşengtî jêre kir, bû sembolek gelek ciwan. Pêwîste hemû aliyên siyasî bi vê pêvajoyê re bin û ji bo danûstandinan alîkar bin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.