Kurd çima dibêjin ‘Eskerê Romê’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 4 Hezîran 2024 - 00:14

  • Di nav Kurdan de gotina “Eskerê Romê” ku êdî ew weke biwêjekê bi cih bûye, pirr tê bihîstin. Paşxaneya vê gotinê çiye û ev gotin xwe dispêrê serpêhatiyên bi çi rengî? Her wiha di stranên Kurdî de ev gotin bi çi awayî hatiye bikaranîn. Nivîsa li jêr bi vê meseleyê daketiye.

FIRAZ BARAN

Em gelek caran di stranên dengbêjan de û di qêrîna dayikan de gotina “Eskerê Romê” dibihîzin. Ev biwêj derbasî gotinên pêşiyan jî bûye. Jê re dibêjin “Bextê Romê tune ye.” Dema ku ciwanek tevlî refên gerîla dibe dê û bav wan jê re dibêje “Tu carî teslîmî Roma Reş nebe”.

Gelo çima kurd gotina “Eskerê Romê” bikar tînin? Îhsan Nûrî Paşa di pirtûka xwe ya bi navê “Serhildana Çiyayê Araratê” de qala vê biwêjê dike: “Kurdistan demeke dirêj rastî êrîşa Romiyan hat û piştre gelek car wêran bû. Dema ku kesek xwarinê xwe pirr dixwe, Kurd jê re dibêjin:

– Eskerê Romê li pey te ye.

Rom ji Rojavayê dihatin û Kurdistanê weran dikirin. Ji wê demê û vir de, kurdan her êrîşeka rojava, weke êrîşeka romî pênase kiriye. Ji ber ku ji aliyê rojava ve êrîşî Kurdistanê kirin, navê Tirkan jî kirin “Eskerê Romê”. Di dema Serhildana Araratê de jî gel ji leşkerên Tirk ên dagirker re digot ‘Eskerê Romê.”(1)

Di Stranan de ‘Eskerê Romê’

Dengbêj Salihê Biro stranek li ser Îhsan Nûrî dibêje. Eskerê Romê (Artêşa Tirk) ku ne bi şer, bi balafiran êrişî vê herêmê dike. Dengbêj vê rewşê rexne dike. Ka em bibînin, dengbêj wan rojan çawa nîşanî me dide:

Îhsan Nurî Paşa dinehêre bi dûrbînê
Li Erdîşê, li Gola Wanê
Leşkerê Romê tune ye li meydanê
Ji teyaran bombe dibare
Li ser egîdên Kurdistanê

Biroyê Hesê kire gazî
Got:

Hûn ne mêr in
Ne camêr in

Dijminî bêbextî nîne
Şer karê egîd û mêrane
Wek mêran derkevin meydanê
Bila dinya temaşeke
Ka kî berxe, kî berane (2)

Stranek jî li ser Xalis Begê Sipkî ku di Serhildana Çiyayê Araratê de cih girtiye, tê gotin. Xalis Beg dema ku bangî kurê xwe Ehmed dike wisa dibêje:

“Ehmedo lawo, çê be, çê bixebite
Eskerê Roma Reş zalim e
Buhura Çemê Mûradê li me biriye
De tu dîna xwe bidê ji êvar da
Koka mêr û egîdên me aniye.”(3)

Em di strana Seyadê Şamê de jî rastî îfadeya Eskerê Romê tên. Ew derdê xwe wisa tîne ziman:

“Ezim Seyadê Şamê
Firarê destê Romê
Penaberim li Rewanê”(4)

Herî dawî em strana “Lo Xalo” ji xwe re mînak bigirin. Fetoyê Hodik dibêje:

“Were lo xalo, ez xwarzê te me
Wez girtî me, xerîbiyê me
Ez girtiyê kela welatê di 
Romê me
Lingê min qeydê ne, destê minê kelemçê ne…”(5)

Ev biwêj di ferhengan de jî derbas dibe. Di ferhengoka Zana Farqînî de di babeta Romê de ev agahî tên dayîn:

“Rom: 1. Rom, Bîzans. 2. Osmanî.
Roma Reş: Osmanî.
Roma Rûtik: Osmanî.
Roma Xayîn: Osmanî. (6)

Di pirtûka Amed Tîgrîs a bi navê “Gotinên Pêşiyan” de jî madeya rûmê cih girtiye. Tîgrîs ev mînak dide: “Rom neyar e, Osmanî koremar e.” Û vê gotinê wiha rave dike: “Mebest dewletên Rom û Bîzans e. Tê balkişandin ku Osmanî ji wan xerabtir in.”(7)

Çavkanî
1. İhsan Nuri Paşa: Ağrı Dağı İsyani, Med Yayınları, 1992/İstanbul, Sy. 23
2. Yılmaz Çamlıbel: Gilîdax Bêxwedî Nîne, Sy. 233, Weşanên Deng, İst./2005
3. age, sy. 66
4. Reşad Sorgûl’un Youtube’de yayınladığı “Seyadê Şamê/Qulingê Birîndar” isimli videosu. Time Cod 01:25
5. Cewad Merwanî: Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê 3, Sy. 478
6. Zana Farqînî: Ferhenga Kurdî-Tirkî, Sy. 1613, 2005/Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
7. Amed Tîgrîs: Gotinên Pêşiyan, Weşanên Rewşen, Sy. 213, 2001/Stockholm

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.