Kurd birînên xwe dipêçin
Sêşem 7 Sibat 2023 - 16:30
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê derbarê erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em bi navê gelê Şengalê sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe re dixwazin û şîfaya xêrê ji hemû birîdaran re dixwazin. Em bang li tevahiya civaka Êzidî li her derê û dostên xwe dikin, her kes li gor derfetên xwe bibe alîkar ji bo mexdûran.”
Xelkê Silêmaniyê kete tevgerê
Li Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejên li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin. Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed got; “Silêmanî ji bo vê kampanyayê pêşengtiyê dike û em êşa wan parve dikin. Bang li welatî û sermayedaran dikin da ku tevlî vê kampanyayê bibin û bi wê alîkariya xwe kêmek xema mexdurên erdhejê kêm bikîn.”
Kampanyaya alîkariyê li avahiya Mûzexaneya Nîştimanî ya Emnesurek ya Silêmaniyê hatiye destpêkirin.
SILÊMANÎ/ŞENGAL