Kurd azad nebin kes ne azad e

Duşem 26 Gulan 2025 - 03:30

Dengvedana banga Rêber APO dewam dike. Endamê Komîteya Navendî ya Partido Obrero (Partiya Karkeran) ku tevgereke sosyalîst a bi bandor a li Arjantîn û Latîn Amerîkayê aktîf e Gûîllermo Kane, têkildarî pêvajoyê nirxandinên xwe kir. 

Kane bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber APO diyar kir ku nîşaneyeke şênber e li Tirkiyeyê demokrasiyeke rasteqîn nîne. Kane rewşa mûxalefeta li Tirkiyeyê rexne kir û bi taybetî bibîr xist ku CHP ya ku xwe weke partiya mûxalefeta bingehîn nîşan dide, bernameyeke veguherîna civakî pêşkêş nekiriye û got:"Ji ber ku CHP tenê armanc dike ku cihê Erdogan bigire, di heman demê de dixwaze piraniya cûreyên zordariyê bidomîne. Di hefteyên dawî de me dît di nava nifşekî ciwan ê li dijî Erdogan de girseyeke krîtîk derket holê. Divê ev nifşê ciwanan bi çîna karker ku mutefîkek xwezayî ya gelê Kurd e, bibe yek. Ev pêşketin erênî ye û dikare rejîma zordar têk bibe.” Kane da zanîn ku tevî hikûmeta Serokdewletê Arjantînê Javîer Mîley ew heyetên ji tevgera Kurd di Kongreya Neteweyî de qebûl dikin û anî ziman ku ew azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dixwazin. Kane bibîr xist, ku ji bo siyasetmedarên di mehên dawî de ji ber tevlî xwepêşandanên siyasî bûne hatine girtin wan li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bûenos Aîresê du çalakiyên protestoyî lidar xistine û got:"Em hemû daxwazên şoreşger ên ji aliyê gelên bindest ve li dijî van dewletên zordar hatine kirin, rewa dibînin."

Sînorên têkoşînê nînin 

Kane anî ziman ku divê sînorên têkoşînê bi sînorên siyasî neyên destnîşankirin û got:“Em têkoşîna rizgariya gelê Kurd weke yek ji mînakên mezin ên serdema modern pênase dikin. Li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, zilma li gelê Kurd tê kirin, taybetmendiya dewletên zordar ên ji aliyê hêzên emperyalîst ve tên destekkirin e. Ev dewlet daxwazên rastî yên demokratîk ên çîna karker û gelan difetisînin. Têkoşîna gelê Kurd, bi taybetî têkoşîna azadî û wekheviyê ya bi pêşengiya jinê, li gelemperiya cîhanê deng vedide. Jinên Kurd ji bo azadiya jinên Rojhilata Navîn sekneke mînak nîşan didin. Ev yek radixe pêş çavan ku çima têkoşîna gelê Kurd ji bo hevgirtina navneteweyî ewçend girîng e. Ji ber vê yekê, di navbera xebatên me de çêkirina piran girîng e. Divê sînorên siyasî têkoşîna me sînordar neke.”

Jinên Kurd bi pêşengiyê rabûne 

Kane diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêwazeke şer a ku ji tevgerên jinan ên cîhanê re dibe mînak û diyar kir ku jinên Kurd dikarin di pêvajoyên şoreşê de bi rola pêşengiyê radibin û ji bo azadiya xwe dikarin li dijî serdestiya mêr têbikoşin û got:“Em di wê baweriyê de ne ku şoreşa jinê ya li Rojava parçeyek ji têkoşîna gerdûnî ya wekheviya zayendî ye. Ji ber vê yekê, tevî tevgera jinê ya li Arjantînê em hewl didin destekê bidin têkoşîna mafdar a jinên Kurd. Bêyî azadiya gelê Kurd li Tirkiye yan jî Rojhilata Navîn azadiya rastîn nabe. Eger li Tirkiyeyê Kurd azad nebin, hingî li Tirkiyeyê ti kes azad nîne. Lê ne tenê kurd in; jin jî ne azad in. Eger jin azad nebe, hingî kes ne azad e. Eger li Tirkiyeyê gelê Kurd azad nebe, hingî li Tirkiyeyê demokrasî nabe.”

Guîllermo Kane kiye? 

Partido Obrero (PO) ku di salên 1960'î de li Arjantînê bi meyla Troçkîst ava bû, partiyeke sosyalîst e ku bi armanca bilindkirina têkoşîna şoreşgerî ya çîna karker a li Latîn Amerîkayê ye. Ji roja destpêkê ve li dijî krîzên binyadî yên kapîtalîzmê xwest xeta siyasî ya serbixwe ya çîna karker ava bike û bi xeta ku têkoşîna parlamenteriyê bi tevgerên kolanan ên milîtan re dike yek, bi pêş bikeve. Li gorî çavkaniyên fermî di sala 2021 'an de 26 hezar û 301 endamên wê hebûn. Yek ji lîderên PO Guîllermo Kane, hem bi nasnameya xwe ya akademîk hem jî bi têkoşîna xwe ya milîtanî tê naskirin. Kane di salên 2015 û 2021'an de jî weke endamê Meclîsa Eyaletê ya Bûenos Aîresê wezîfe kir.

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.