Yayoi Kusama, hunermenda navdar a Japonî herî zêde bi peykerên xwe yên kundiran tê nasîn. Jixwe alema huner kundirê wê yê deqdeqî yê li ber peravên girava hunerî ya Naoshima xweşik nas dikir.
Rayedarên ji pêşandana berheman berpirsiyar, carê gava ku dihatin hişyarkirin ji ber bager û bahozan, ev peykerê hanê ji peravê dûr dikirin. Lê doh hişyarkirina ji meteorolojiyê dereng hat: Pêlan kundirê Yayoi Kusama da ber xwe. Piştî ku pêlan ew gelek caran li peravê da û zirar lê bû, rayedaran karê kundir ji avê derxin. Ne kundirê mîranî be jî, ji ber ku ji sala 1994´an ve ji nîşanên giravê ye, rayedarên Navenda Huner a Benesse ku xwediyê berhemê ye, lê dinihêrin ka wê çawa vî kundirî ji nû ve weke peyker bi cih bikin.
TOKYO