Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ev 80 roj in nobeta xwe ya edaletê didomînin. Emîne Şenyaşar aciziya xwe ya ji dagirkeran wiha îfade kir: “Kulîlkên me çilmisandin. Mala me xera kirin.”

Hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşarê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dabûn. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî di bûyerê de birîndar bûbû. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ev 80 roj in nobeta edaletê digirin. 

'Mala min xera kirin'

Wan çalakiya xwe doh jî li ber edliyeyê dewam kir. Emîne Şenyaşar têkildarî hevdîtina bi telefonê ya bi kurê xwe re got, “Lawê min li odeya yekkesî tê ragirtin. Ji min re got, 'dayê ez ji bo te li ser piyan dimînim'. Malbata min qetil kirin. Kulîlkên me di kozika wan de çilmisandin. Ez hêvî dikim kulîlkên wan jî biçilmise. Kurê min di hepsê de yên malbata min qetil kirin li derve digerin. Mala min xera kirin."

Piştgirî her heye

Piştgiriya ji bo lêgerîna edaletê ya malbatê jî dewam dike. Hevserokên Şaredariya Stewrê yên ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ku qeyûm şûna wan dagir kir, Gulistan Oncu û Mahsum Denktaş û rêveberên HDP’a Artukluyê jî bi heyetekê çûn serdana malbata Şenyaşar. Hevserokê HDP'ê yê Stewrê Selahattin Onder got, ew ê heta dawiyê li gel malbata Şenyaşar bin. 

Gulistan Oncu jî bal bire ser êrişên li dijî malbatê: "Em ê heta dawiyê bi têkoşîna malbatê re bin."

Heyetê jî demekê bi malbatê re nobet girt.

RIHA