Kulîlkên li ser pirtûkan vebûne

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Îlon 2022 - 21:09

  • Pirtûkên hatine avêtin, li ber desten Stephanie Kilgast vediguherin berhemên hunerî, yanî ew jiyaneke nû ji bo van pirtûkên avêtî ava dike.

Pirtûkên hatine avêtin, li ber desten Stephanie Kilgast vediguherin berhemên hunerî, yanî ew jiyaneke nû ji bo van pirtûkên avêtî ava dike. Kilgast bi van malzemeyên avêtî, dixwaze bala xelkê bibe ser têkiliya di navbera mirovahî û xwezayê de. Wê herî dawî li ser pirtûkên kevn bi kulîlkan peykerên xweşik yên rengo rengo çêkirine. Di nav rûpelên pirtûkan de ji dêvla peyvan kulîlkên wê serî hildidin.

Kilgast bi van peykerên xwe ango bi bikaranîna van malzemeyan dixwaze balê bibe ser dewlemendiya biyolojiyê jî û bi vî awayî hêza biyolojiyê ya li dinyayê nîşanî xelkê dide. Ew ji bo hunerê xwe ne tenê kulîlkan her wiha karî û dircên behrê jî bi kar tîne. Yanî malzemeyên li xwezayê, bûne îlhama hunerê wê. Û wê jî formên cûda bi kar anîne ji bo van karên xwe.

VANNES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.