Kulîlkên dêw û rengîn ên Yayoî 

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Çile 2023 - 02:27

Hunermenda jin a Japon, Yayoî Kusama hunermendeke hemdem a hunerê têgehî (conceptual art) e. Ew sala 1929´an hatiye dinê û ev berhema wê ya li derveyî Muzeya Bajêr a Matsumoto a li wilayeta Nagano, wê sala 2002´yan çêkiriye û bi navê The Visionary Flowers (Kulîlkên vîzyoner) jî ji hingê ve li derveyê muzeyê balê dibe ser muzeyê. Înstalasyon li ser erdekî 1,83 m di 1,65 metreyî de hatiye bicihkirin. Kulîlka herî bilind jî 1,06 metre bilind e. 

Ev peykerên hanê esas, koka xwe ji berhemên wê yên destpêkê digire. Tesîra şêwekariya wê ya surrealîst a hingê li ser wê ma. Peykerên wê yên kundiran jî gelekî navdar in.

Bi her halî çavên wê yên ji bo têkelkirina rengan, formên wê yên barok di dawiyê de kirin ku ew 15 înstalasyonên peykeran ên kulîklan çêke û her yek ji wan jî bê nimûne ye. Wê bi fiberglas a bi plastîkê xurtkirî ev berhemên xwe çêkirin. Ji bilî vê nimûneya em resmê wê parve dikin, wê sala 2003´yan Tulipes de Shangri-La (Laleyên Shangri-La) çêkirin, ew li bajarê Fransayê Lilleyê li Eurolille tê nîşandan. Wê sala 2007´an The Hymn of Life: Tulips (Sirûda Jiyanê: Lale) çêkir, ew jî li Meclisa bajarê Beverly Hillsê li Los Angelesê tê nîşandan.” 

 

Wêne: Yayoî Kusama

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.