Kujerên Serdeşt Osman hê hesab nedane

Pêncşem 6 Gulan 2021 - 08:38

Vê pêlê ji ber zexta li dijî rojnamevanan rayedarên Başûrê Kurdistanê, nexasim jî hikûmeta wê û herdu partiyên sereke yên desthilatdar hatin girtin. Nexasim saziyên parastina mafê mirovan û rêxistinên neteweyî û navneteweyî yên parastina rojnamevanan bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir, êdî zilmê li rojnamevanan nekin. Lê hîna jî ne kujerên rojnamevan Serdeşt Osman hatine dîtin û ne jî hesab ji wan hatiye pirsîn. Serdeşt Osman 4'ê Gulana 2010'an li ber çavên asayîşê hatibû revandin û 2 rojan paşê li Mûsilê cenazeyê wî yê kuştî hatibû dîtin. Ji ber ku rexne li malbata Barzanî û rêveberiya Başûr girtibûn, gelek gef li Serdeşt Osman dihatin xwarin. Bi rasthatina salvegera wî nivîskar û rojnamevan Şaswar Mame gelek rojnamevan û nivîskaran ji çar parçeyên Kurdistanê doh bi şev kirin mêvan û li ser qetilkirina wî peyivîn.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.