Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser malbatekê ku hewl dida ji sînor derbas bibe. Di encamê de zarokekî 11 salî qetil kir.

Li gorî agahiyan, malbateke li gundê Xezna yê navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê, dema ku hewl da ji sînor derbas bibe, bû hedefa êrişa eskerên Tirk.

Êriş li devera sînor a di navbera gundên Îbrahîmiyê û Feqîra qewimî. Zarokê 11 salî Adil Ebdulezîz ji aliyê eskerên Tirk ve hate kuştin. Êriş pêr çêbû.

HESEKÊ