Kujerên Brukselê ji Enqerê ne

Sêşem 1 Adar 2022 - 22:12

  • Zubeyir Aydar û Jan Fermon: Divê dewletên Ewrûpayê tevdîran li dijî êrişên deweta Tirk ên terorîst bigirin.

Li paytexta Belçîkayê Brukselê, civîneke çapemeniyê derbarê hewldana reşkujiya li dijî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar hat dayîn. Li Kluba Çapemeniyê ya Brukselê (Press Club Brussels) Aydar û Kartal, tevî parêzerê malbatên 3 jinên şoreşgerên ên sala 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin Antoine Comte jî amade bûn. Wekî din rojnamevanên li sirgûnê Hayko Bagdat û Erk Acarer jî amade bûn. Di konferansê de behsa hewldanên reşkujiyê yên dewleta Tirk, gefxwarinên kuştinê, tevnên sîxûriyê, û xebatên çavtirsandinê hat kirin. Hem agahiyên li ser dozê hatin dayîn, û raporek hat pêşkêşkirin ku nîşan dide ka dewleta Tirk van operasyonên xwe bi bêcezahiştina mutleq li Ewrûpayê dike.

Destpêkê endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar bi bîr xist ku doza helwdana reşkujiyê ya li Brukselê, 11´ê Adarê li dadgeha Brukselê dest pê dike û agahî dan li ser raporê got, “Di raporê de ka dewleta Tirk ji rabihuriyê heta roja me ya îro li ser erdên Ewrûpayê çi kiriye, dike, hewldanên reşkujiyê bi belgeyan cih digirin”. 

Aydar bal bire ser girêdana şefê SADAT Adnan Tanrıverdi bi tîmê reşkujiyê yê li Brukselê re kir û got, hewldana reşkujiyê  “rêxistinkirî” ye, û serekê tîma reşkujiyê Yakup Koç jî têkiliya wî bi gelek saziyên fermî yên dewleta Tirk re heye. Di nava van saziyan de sefareta Tirk a Parîsê jî heye. Aydar da zanîn ku di rapora wan de wêne hene ku têkiliya wan bi sefareta Tirk, qesra li Enqerê û SADAT´ê re nîşan dide. 

Muxalif hemû hedef in 

Aydar got, nexasim piştî reşkujiya li Parîsê ya sala 2013´an gelek agahiyên nû eşkere bûne, lê tevî vê jî lêpirsînê dest pê nekiriye û xwest ku bi van agahiyên nû Fransa dewleta Tirk dadgeh bike. 

Aydar got, dewleta Tirk ji bo bêdengkirina muxalifên li Ewrûpayê, tevnên reşkujiyê ava kirine û wiha dewam kir: “Ne tenê em, tevahiya muxalifan hedef in. Dewletên Ewrûpayê divê tevdîrên cidî bigirin.” 

Fermon: 4 kes tên dadgehkirin

Parêzer Jan Fermon, li ser dozê got, 4 kes tên dadgehkirin: Yakup Koç (şefê tîma çete, reviyaye Tirkiyê), Zekeriya Çelikbilek (Li Fransayê dimîne), Necati Demirciogullari (Li Belçîkayê dimîne, lojîstîkvanê çeteyê), Irfan Yeşilyurt (miriye) û Haci Akkulak (miriye). Wî da zanîn ku ew, bi endametiya çeteyekê û rêxistineke terorîst tên gunehbarkirin.

Fermon da zanîn ku wan belge bi destxistine ku nîşan didin ku tîma reşkujiyê peywendiya wê heye bi sefareta Tirk a li Parîsê re û bi hikûmeta Tirk a li Enqerê re heye. 

Wî got, tîma reşkujiyê li Qesra Erdogan li Enqerê bi şêwirmendê Erdogon Seyit Sertçelik re wêne girtine. Wekî din wî got, wêneyên wan ên bi SADAT´ê û bi Sertçelik re yên li Parîsê girtine jî hene. 

Fermon wêneyên Adnan Tanrıverdi yên bi endamê tîma reşkujiyê Îrfan Yeşilyurt re nîşan dan û got, SADAT amûreke paralel a rejîma Erdogan e. 

Fermon komkujiya Parîsê bi bîr xist û got, dewletên Ewrûpayê divê “tevdîran li dijî êrişên deweta Tirk ên terorîst bigirin”.

Parêzerê malbatên sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, Antoine Comte jî got, behsa têkiliya îstîxbarata Tirk MÎT´ê bi komkujiya li Parîsê re kir. Comte got, nabe ku bêdengiya dewletên Ewrûpayê beramberî dewleteke krîmînal bêb qebûlkirin. 

Kartal nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewrûpayê da

Herî dawî hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got, tevî ku zext gihiştin asta reşkujiyê jî Yekîtiya Ewrûopayê û Konseya Ewrûpatyê beramberî sûcên li dijî kurdan ên dewleta Tirk bêdeng in û got, “Ev siyaseteke durû ye.”

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.