Rojnamevanên Kurd êrîşa Tirk şermezar kirin

Şemî 7 Îlon 2024 - 02:45

EREM KANSOY / BRÛKSEL

Rojnamevanên Kurd li ber Konsolosiya Iraqê ya Brûkselê suîkasta terorî ya Tirk a li ser rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn şermezar kirin û bang li saziyên navnetewî kirin ku li dijî êrîşên li ser rojnamevanan bi berpirsyarî rabin.

ROJIN’ê qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li ber Konsollosiya Iraqê ya Brûkselê şermezar kir, diyar kir qetilkirina rojnamevan qetilkirina rastiyê ye û got,’’Bi zext, kuştin, êrîş û girtinan nikarin encamê bistînin.’’

Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê ya Ewropayê (ROJIN) û Insîyatîva Rojnamevanên Kurd qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li ber Konsolosiya Iraqê ya Brûkselê bi çalakiyekê protesto kirin. Rojnamevanên ku bi banga ROJIN’ê hatin cem hev, wêneyên Tara û Bahadîn rakirin û bi dirûşmeyan gotin,’’Çapemeniya Azad nikare were astengkirin.’’

Rojnamevan Gulê Îke ku daxuyaniya bi Kurdî xwendî diyar kir bi zext û zordarî, binçavkirin, girtin û kuştinê ya li ser rojnamevanan heqê haydarbûnê ya civakê tê astengkirin.

Piştî peymana Bexda-Enqerê êrîş anîne

Îke suîkasta terorî ya Tirk a 23’ê Tebaxê ya li ser rojnmevan Gulîstan Tara û 

Bahadîn destnîşan kir û got,’’Dewleta Tirk sûcekî dî li sûcê xwe zêde kiriye.’’

Bêdengî ispata hevkariyê ye

Îke bal kişande ser dema suîkasta terorî ya Tirk û got êrîş piştî ‘’Peymana Hevkariya Leşkerî ,Ewlehî û Têkoşîna Dijî Terorê’’ ya di navbeyna Bexda û Enqerê, 15’ê Tebaxê de hatiye danîn, pêk hatiye. Îke bêdengiya Bexdayê ya derheqê êrîşê destnîşan kir û got,’’Ev ispata hevkariya Tirkiyê-PDK’ê û hikûmeta Iraqê ye. Li gel rojnamevanan her wiha gelê Kurd, gelê Iraqê li bende ye ku hikûmeta Iraqê li bara van êrîşan gaveke nû bavêje.’’

Qetilkirina rastiyê ye

Îke anî zimên ji ber polîtîkayên şer li gelek deverên cîhanê rojnamevan dibine hedef û got,’’Rejîmên ku dixwazin ser sûcên xwe bigirin û rastiyê berevajî bikin, li ser rojnamevanan polîtîkayên xwe yên zextê zêde dikin.’’ Îke rapora IFJ’ê (Federasyona Rojnamavanên Navnetewî) ya sala 2023’an bi bîr xist û got ev rapor jî vê rastiyê piştrast dike. Îkê got,’’Li kûdera cîhanê dibe bila bibe heke rojnamevanek hatibe kuştin aşkere ye ku li wir hewl didin ku rastî were veşartin. Ji ber vê qetilkirina rojnamevanan qetilkirin rastiyê û bincilkirina sûcan e. Her wiha ev êrîş, êrîşeke dijî heqê hayjêçêbûnê ya raya giştî ye.’’

Serê xwe natewînin

Îke bi berdewamî diyar kir ji ber ku Tara û Bahadîn bazarên gemarî û sûcên li ser Kurdan aşkere kirine hatine qetilkirin. Îke êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûr bi bîr xist, diyar kir ev êrîş dibin sedema kuştina sivîlan, valakirina gundan, şewitandina daristanan û krîza aborî, rojnamevanên ku li van rastiyan dikolin dibine hedef û got rojnamevanên kuji bo rastiyê bigihînin gel mirinê didin ber çavê xwe nikarin werin bêengkirin û serê xwe li ber kesî natewînin.

Bang li saziyên navnetewî

Îke bang kir ku her kes li rojnamevanan xwedî derkeve, bang li rêxistinên jinan kir ku dijî sûcên dewletê li platformên navnetewî têkoşîna hiqûqî were dayin û bang li saziyên navnetewî yên medyayê, rêxistinên mafê mirovan ku li dijî her êrîşa li ser rojnamevanan bi berpiryarî rabin.

Bang li Bexdayê

Îke her wiha bang li hikûmeta Iraqê jî kir û xwest ku şertên ku rojnamevan bikaribin bi ewlehî bikaribin karê xwe bikin, werin avakirin û mafê agahdarbûnê ya gel were parastin, dijî kujerên rojnamevanan gavên hiqûqî yên cezakirinê bêne avêtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.