Hefteya Çandê piştî 4 rojan bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Tebax 2024 - 00:21

Hefteya Çanda Kurd a 8'an di 15'ê Tebaxa 2024'an de li qada Place d'Espagne ya paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya Komîteya Çand û Hunerê ya Kurdên Belçîkayê destpê kir û 4 rojan dewam kir.

Piştî çar rojên ji çalakiyên cuda yên çand, huner û kelepûra Kurdî, hefteya çandê bi şahî û konserekê bi dawî bû. Li gel beşdariya Kurdistaniyên ji bajarên cuda yên Belçîkayê her wiha gelên cuda yên li Belçîkayê jî eleqeyeke mezin nîşanî hefteya çandê dan.

Festîvala ku îsal cara 8'an hate lidarxistin, her sal bi armanca nasandina çand, huner û kelepûrên Kurdî tê lidarxistin. Di festîvala îsal de bi nîşandana kurtefîlman, nîşandana konê Kurdî, xwarinên Kurdî, hin maketên ji hin herêman û sembolên cuda hatin danîn. Her wiha di bin konan gelek pirtûk û cil bergên Kurdî hatin nîşandan.

Li rex wan, konên Heyva Sor jî hebû. Xemil û cil bergên Kurdî yên beşdarvan xemleke cuda dabû qadê. Her wiha di binê konan de gelek xwarinên herêmî yên hin deverên Kurdistanê jî hebûn. 

Weke her sal, îsal jî 8'emîn Hefteya Çand û Hunera Kurdî bi beşdariya Kurdên ji her çar hêlên Kurdistanê hate lidarxistin. Di roja destpêkê de beşdaran kincên Kurdî li xwe kirin, rêûresmên bûk û zava bi govenda Kurdî nîşan dan.

Hefteya Çanda Kurd îsal di roja cejna vejînê de ango di 15'ê Tebaxê de destpê kir. Festîvala ku çar rojan dewam kir bi konsereke mezin bidawî bû.

Di bernameya konserê de Pel Mûzîk, koma Çar Stêrk, Hunermend Sultan, Koma 4 Stêrk, Koma Flamanan, Hunermend Hekîmo û her wiha koma ÇarNewa derketin ser dikê û bi stran û mûzika xwe gelê li qadê coşandin.

Festîvala îsal bi coş û serketî bi dawî bû.

ANF/BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.