Kujer li herêma desthilatê ne

În 5 Gulan 2023 - 14:40

Doh salvegera qetilkirina rojnamevan Serdeşt Osman bû ku di 4’ê Gulana 2010’an de hat revandin û di 5’ê Gulanê de cenazeyê wî li ser rêya Mûsilê hat dîtin. Serdeşt weke şehîdê pênûsê tê pênasekirin. Birayê Serdeşt, Beşdar Osman di salvegera şehadeta Serdeşt de ji Rojnewsê re axivî.

Beşdar Osman got ku piştî 13 salan jî ew li ser heman daxwazên destpêkê yên Serdeşt Osman dewam dikin û got;“Em dev ji mafên xwe bernadin, dadgeh û hêzên ewlekariyê bi erkê xwe ranabin. Ji bo ku kujer werin cezakirin, gelek belge li ber dest hebûn, lê saziyên ewlekariyê yên Hewlêrê bi erkê xwe ranabin. Ji ber ku beriya Serdeşt were qetilkirin, hêzên ewlekariyê li ser metirsiyê hişyarî dabûn. Lê guh nedan, heya li ber çavê polîs, welatî û xwendevanan hate revandin û qetilkirin. Kujerên Serdeşt li herêma desthilatê ne, nebûna edaleta di dadgehên herêmê de bûye sedema ku kujer neyên cezakirin. Wê ev jî weke deqeke reş bi dadgehên Herêma Kurdistanê ve bimîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.