Kujer dîsa reviya Hewlêrê?

Yekşem 11 Hezîran 2023 - 14:24

  • Kujer çawa di bin ewqas kamerayên çavdêriyê de, tevî ewqas seytereyan wenda dibin. Êriş li Silêmaniyê pêk tên, kujer jî ji Hewlêrê ne!

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî şoreşger û welatparêzên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê didomin. Pirraniya van êrişan li Silêmaniyê pêk hatin. Balkêş e ku çi dema ev êriş pêk tên, kujer direvin Hewlêrê! Em berê xwe bidin van êrişan û bibînin ka çawa ev yeka hanê veguheriye mestereyekê.

Erişa yekem: Dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Îlona 2021’an de li Silêmaniyê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye kir hedef. Di êrişê de Ferhat birîndar bû.

Şukrî Serhed: Piştî vê êrişê di 17’ê Îlona 2021’ê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û di êrişê de şehîd bû.

Di ser şehîdxistina Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) re du sal û 9 meh bihurîn, lê “agahiyên pêwîst”, nehatin eşkerekirin. Kujer jî hîna nehatine girtin.

Zekî Çelebî: Di demekê de ku her kes li bendê bû kujerên şehîd Şukrî Serhed werin girtin, nûçeya êrişa li dijî Zekî Mihemed Çelebî belav bû. Derengiya şeva 17’ê Gulana 2022’yan welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê restoranta Denîz, Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hatibû û 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Kujer li holê nîne!

Ferhad Şiblî: Di 17’ê Hezîranê de li Kelarê Cihgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe yên din, di wesayîta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebarankirin de şehîd bû.

Mamosta Şemal: Piştî wê mehek derbas nebû welatparêzeke din jî hate qetilkirin. Di roja 28’ê Tebaxa 2022’yan de Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd Ezîz bi nasnav Mamosta Şemal, li bajarokê Kifrî yê parêzgeha Germiyanê, li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin.

Ebûzêd Dêrhînî: Piştî wê bi rojekê (29’ê Tebaxa 2022’yan) jî vê carê dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) welatparêzek Kurd qetil kir. Kesê bi navê Ebûzêd Dêrhînê ê bavê 6 zarokan li ber deriyê mala xwe di encama êrişa balafira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin. 

Nagîhan Akarsel: Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li taxa Bextiyar a Silêmaniyê di encama êrişa terorî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Asayîşa Silêmaniyê wê demê bi daxuyaniyek ragihand wan bi hevkariya asayîşa Koye kujerên Nagihan Akarsel li navçeya Koye girtine.

Huseyîn Turelî: Di 17’ê Nîsana 2023’yan de li bajarê Duhokê êrişek terorî li hemberî Huseyîn Turelî pêkhat û hate qetilkirin. Li hemberî Turelî berê jî êrişek çekdarî hatibû kirin û birîndar bûbû.

Hûseyîn Arasan: Herî dawî êrişa terorî li dijî Hûseyîn Arasan pêkhat. Tê gotin êriş carek din ji aliyê MÎT’a Tirk ve pêkhatiye. Arasan li ber derê Komeleya Karkeran ya Mezopotamya ya li Silêmaniyê di 9’ê Hezîranê saet derdora 10:30’an rû bi rûyê êrişê bû. Hûseyîn tevî hemû hewldanan jî sibeha 10’ê Hezîranê de şehîd bû.

Êriş li Silêmaniyê ne kujer ji Hewlêrê ne!

Ya herî balkêş, li Başûrê Kurdistanê hema bêje li her kolan, tax, cade û herêmê kamerayên çavdêriyê hene. Çûkek bifire, PDK pê dihese, Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahiyê digire. Lê tevî hemû kamera û hebûna bi dehan seytereyan, kujer nayên girtin û winda dibin. Kujer hemû jî berê xwe didin Hewlêrê, êrişên terorî li Silêmaniyê pêk tên. Lê kujer ên Hewlêrê ne!

Kabîneya nû ya Tifaqa AKP-MHP-Hizbullahê bi êrişên qirkirinê dest bi kar kir. Di nava hefteyekê de 2 kesan qetil kirin û yek ji wan zarok bû. Wê bi sedan welatparêz jî bi êrişên qirkirinên siyasî de kirin nezaretê û girtin. Herî dawî jî bi pîrozkirina Barzanî ya ji Erdogan re, kabîneya nû dest bi qetilkirina welatparêzên li Başûrê Kurdistanê kir. Parastina PDK’ê weke ku bi xwe bûyer pêk anîbe, gelek caran nav û cihên ku êriş lê hatî kirin, parve dike. Lê di êrişên li Silêmaniyê de PDK qet dengê xwe nake û kujeran vedişêre. Jixwe, çi cara welatparêzek Kurd tê qetilkirin, ragihandina PDK’ê xwe li bûyerê kerr dike. Bi ti awayî behsa bûyerê nake. Piştî çend rojan weke nûçeyeke ji rêzê belav dike.

Hevkariya MÎT û Parastinê

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Huseyîn Arasan bi hevkariya MÎT-Parastinê hatiye qetilkirin. Kujerên Hûseyîn Arasan hîn jî nehatine girtin, Asayîşa Silêmaniyê bêdeng e, YNK û PDK bêdeng in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng e. Ger heya niha li Silêmaniyê kujer nehatibin girtin, wê demê tenê pirsek dikeve serê mirov, ew jî, gelo kujerê Hûseyîn Arasan jî reviyaye Hewlêrê?

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.