Kûçikên kûçikan jî tirsiyan

Duşem 29 Tebax 2022 - 22:42

  • Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 11 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin, wesayîteke leşkerî ya tîpa Toyota û çeperek jî îmha kirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 11 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin, wesayîteke leşkerî ya tîpa Toyota û çeperek jî îmha kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, hêviya azadiyê ya gelê me ne û bi rengekî fedaî şer dikin; wan 11 dagirker ceza kirin, 2 çekên MPT-55, 2 dûrbînên termal, sîstemeke radarê desteser kirin, wesayîteke leşkerî ya tîpa Toyota û çeperek rûxandin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 31 caran bi helîkopterên êrişê, 8 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran bombe kir."

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Xakurkê

23'ê Tebaxê li herêma Xakurkê, konvoyeke artêşa Tirk a dagirker ku ji qada Lêlkanê diçû qada Kevortê ji ailyê tîmên me yên bi tevger ve hate kontrolkirin û piştre li hemberî wesayîteke leşkerî ya tîpa Toyota çalakiya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, wesayita tîpa Toyota hate îmhakirin.

28'ê Tebaxê saet di 11:30'î de li qada Girê Şehîd Derwêş a Xakurkê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran derb li dagirkeran xistin.

28'ê Tebaxê saet di 14:00 de li qada Girê Şehîd Şahan a Xakurkê, bi çekên giran li çeperên dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.

Li Zê (Zapê)

27'ê Tebaxê dagirkeran xwest bikevin nava tunelên şer ên li Girê Şehîd Arjîn; tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê saet di 10:00 de bi sabotajê derb li wan xist û 2 dagirker ceza kirin. Hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkeran, 2 çekên MPT-55, 2 dûrbînên termal, sîstemeke radarê û fenerek desteser kirin.

Ev çalakî ji bo bibîranîna hevrêyên me Dogan, Karker û Rojda hate lidarxistin, ku bi fedaî li dijî dagirkeran şer kirin û şehîd bûn.

28'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Saca, dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer ên li Girê Şehîd Lewend, saet di 08:30'î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran derb li van dagirkeran da.

28'ê Tebaxê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Piştî vê derba tîmên me yên bi tevger, dagirker gavekê vekişiyan.

28'ê Tebaxê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger derb li dagirkeran xistin, van dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer. Piştî vê, dagirker li qadê belav bûn û bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

Li Metînayê

28'ê Tebaxê saet di 09:00, 10:20 û 11:15'an de li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin.

28'ê Tebaxê saet di 22:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek ceza kirin.

Li Avaşînê

28'ê Tebaxê saet di navbera 09:00-12:00 de artêşa Tirk a dagirker xwest kûçikan bişîne hundirê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê. Lê belê tevî ku dagirkeran bi saetan hewl da, kûçikan newêrîbû bikevin hundirê çeperên şer. Dagirkerên ku nekarîn kûçikan bişînin hundirê tunelên şer, neçar man ku astekê vekişin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.