Krîzê li cilên Kurdî da

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 00:43

Her ku diçe eleqe û reqabetek mezin ji bo cil û bergên Kurdî zêde dibe. Kurd bê cil û bergên kurdî dawetên xwe û rojên xwe yên şahiyê nakin. Lê qumaşê cil û bergên Kurdî yên neteweyî jê tên çêkirin jî her roj biha dibe. Krîza aborî ya ku bêser û ber tesîrê li xelkê dike bandora xwe li ser qûmaşên cil û bergên kurdî jî nîşan da. Li Wanê dikandarên ku qumaşên cil û bergan difiroşin diyar kirin ku krîza aborî li wan jî xistiye lê dîsa tevî vê yekê jî ji bo cil û bergên Kurdî bên çêkirin û firotin çi fedakarî ji destê wan bê dê bikin. 

Kenan Gulmez ê ku bi salane qumaşê cil û bergên Kurdî difiroşe diyar kir ku ew gelek şanaz in ku kevneşopiya cilên kurdî berdewam dike û got:“Di van salên dawî de eleqeya ji bo cilên kurdî yên neteweyî zêde bûye. Lewma di cilan de jî pir cure derdikevin. Êdî bûk jî cilên kurdî li xwe dikin û li şûna bûkaniyan fîstanên Kurdî li xwe dikin. Rast e aboriyê bandorek neyînî li me jî dike lê belê ji bo em piştevaniyê bidin çanda kurdî dîsa jî li ber çavê min nayê.” 

Tevî krîzê berdewam in 

Gulmez anî ziman ku bi piraniya qûmaşan ji Dubaî tên û krîza aborî ya ku diqewime jî bandorê li ser sektora cil û bergên kurdî jî kiriye û got:“Em qûmaş bi dolaran ji derve dikirin. Lewma jî krîza aborî pirr bandorê li ser me dike. Heyama qûmaş bi demsalî diguhere. Em di mehên bihar, havîn û payîzê de bêtir qûmaş difiroşin. Modaya cil û bergên Kurdî jî her tim diguhere. Lewma jî hewcedarî bi gelek cureyên qûmaş çêdibe. Ji ber ku kevnşeşopiya cilên kurdî berdewam dike ev jî bandorê li ser nasnameya Kurdî dike. Her sala ku diçe xelkê me di warê lixwekirina cilên kurdî de hin bêtir şiyar dibe.” 

Cilên Kurdî remza Kurdî ye 

Turan Teke jî diyar kir ku bi salane ew di sektora kiras û fîstanan de dixebite û got:“Kî çi dibêje bila bêje, cilên kurdî remza Kurdan e. Ji bo fîstanan carna ji derveyî welat jî xwestek heye. Xelkê me yên li metropolan dijîn jî ji me fîstanan distînin. Ev yek jî me kêfxweş dike. Lê her ku diçe qûmaş jî biha dibe. Bihayê qûmaşan li gorî sala par ji sedî 300 û 400 zêde bûye. Krîza aborî ya li welat li me jî daye. Kî tê ku qûmaş bikire, ewilî bi me re nîqaşa fiyetê dike. Ew jî mafdar in, em jî mafdar in.’’ Onûr Reşîtoglû yê ku cil û bergên kurdî didûrî jî da zanîn ku wî xwe di model û cureyên cil û bergên kurdî li pêş xistiye û got: “Em du kes vir bi rê ve dibin. Roj heye carna em 10 qat cil jî çêdikin. Jin qumaşên xwe dikirin û tên cem me çêdikin. Krîza aborî ya ku her diçe zêde dibe, li me jî daye. Me berê fîstanekî bi 50-100 lîreyê didirût lê niha em fîstanekî bi hezar û 500 lîreyê didirûn.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.