Gerîlayên HPG û YJA Starê li devera Lêlikan a Xakurkê li kozikeke artêşa Tirk a dagirker xist. Di çalakiyê de kozik tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 5'ê Kanûnê saet di 14:20'î de li devera Girê Lêlikan ê Xakurkê, hêzên me ji du baskan ve li dijî kozikeke dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla kir. Di encamê de kozik tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin.

7'ê Kanûnê danê nîvrojê li devera Cîloyê Piçûk a herêma Zapê, hêzên me li droneyên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama destwerdana hêzên me de drone neçar man ji herêmê biçin.

9'ê Kanûnê saet di navbera 09:45-10:00 de artêşa Tirk a dagirker qadên Kûnişka, Girê Şehîd Fedakar û Şehîd Şahan ên herêma Zapê û saet di navbera 19:00-19:10'an de qadên Şehîd Rustem û Saca yên herêma Zapê bi balafirên şer bombe kir.

Dewleta Tirk a dagirker ku di Operasyona Şoreşgerî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê de li Zapê derba giran xwar, bi êrişên hewayî yên berfireh ên li ser Zapê dixwaze ku têkçûna xwe binixumîne. Di van êrişên bêkêr ên dewleta Tirk a mêtinger de tiştek bi hêzên me nehatiye.

7'ê Kanûnê saet di navbera 12:00-13:00 de artêşa Tirk a dagirker qada Şehîd Şerîf a Xakurkê bi balafirên şer bombe kir."

BEHDÎNAN