Kovara bi navê “Temaşe” ya li ser sînemayê bi hejmara xwe ya 4’an derket û li ser malpera xwe ya fermî hat weşandin. Kovar bi awayekî PDF derdikeve û li ser malpera kovarê mirov dikare halê wê yê dijîtal daxîne.
Kovara “Temaşe” ev çar werz in tê weşandin û sala xwe temam kir. Kovar ji bo yeksaliya xwe surprîzek jî bi xwe re anîye û derbarê “Festîvala Filmên
Kurdî ya Global” de bi edîtoriya Fatoş Stêrk û Armanc Dayan fasîkulek amade kiriye.
Li aliyê din, di vê hejmarê de derheqê derhênerên weke Andrej Wajda, Yilmaz Guney, Tony Gatlîf û Ingmar Bergman de jî nivîs hene.
Her wiha kovarê ji bo vê hejmarê bi derhêner Kazım Oz re jî peyiviye û rewşa sînemayê nirxandiye.
Kovara Temaşe armanca xwe wiha diyar dike, “Armanca mezin a kovarê ew e ku pêşî rexneya sînemaya cîhanê bike û bide fêhmkirin. Paşê jî li ser ax, çand, ziman û kurdewariyê bisekine û li ser van mijaran nihêrîn û rexneyên nû pêş bixe û bi van rexneyan derkeve pêşberî sînemahezan.
NAVENDA NÛÇEYAN