Kovara Bîrnebûn behsa tesîra civakên online dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Çile 2024 - 03:45

Kovar hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyê “Bîrnebûn” hejmara xwe ya 88’an derxist. Kovara Bîrnebûn li Ewrûpayê her çar mehan carekê derdikeve. Bîrnebûn beriya ku bikeve sala 2024’an hejmara xwe ya dawî ya sala 2023’an çap kir û belav kir.

Di vê hejmarê de gotar, helbest, nirxandin û hevpeyvînên li jêr hene:

Memduh Selîm, bi sernivîsa “Rêwîyê Helbestan Mem Xelîkan”, Adem Ozgur bi sernivîsa “Di rojên îmzeyê da eleqeyên baş hebûn” du hevkarên kovara me û kitêbên wan dide naskirin. Birêz Mem Xelîkan jî Kilamên me Qamyona Îzzet hem serpêhatîya bûyera kilamê û hem jî ev kilam berhev kiriye.

Li derweyî welêt hinek lêkolîn hene ku em dibînîn ka medya civakî çi bandor li ser kurdên li dîasporayê kiriye û di pêşketin û parastina ziman û têgihiştina nasnameyê de çi rolek internetê bûye: profesor Haci Akman bi sernivîsa Vegera nasnameyê – Medyaya civakî û dîasporaya kurdî lêkolînek kiriye.

Birîneke civakê; Hewîtî

Bêrîvan Xizêmzêr li ser hewîtîyê û yek ji birîneka civaka me ye, bi navê Hewî kurteçîrok nivisîye. Muzaffer Ozgur hunermendeka me ya bi navê Inci Ozdogru û hunera wê bi me dide nasîn. Rojvan Enes, bi nivîsa Ken, Xizan Şîlan bi helbesta Bayê vejînê, Newal Iscan bi nivîsa xwe ya bi navê Maf û Erd, Rohat Alakom bi sernivîsa Romanek ji edebîyata kurdên Anatoliyê: Li Benda Keskesorê, birêz Seyfi Dogan, bi henek û kurtehelbestên xwe, Nuh Ateş ji wergera 99 gotinên Albert Einstein ev  hejmar dewlementtir kirine.

Belgefilmek bi çavên lêkolerên Danîmarkî

Bilal Celeblî bi nivîsa Sirî zivîrok jineka ji Anatoliya Navîn a bi navê Azîma malê Şamo û çîrokeka ku ji wê bihêstîye, nivisîye. Birêza Mehtab Îdelî bi sernivîsa Kurdistana bênasname, serpêhatîya jineka kurd a li Anatolîya Navîn bi me dide nasîn. Mistoyê Heco bi sernivîsa (bê)sedem kurteyeka wêjeyî ya derûnîya hezkirine nivisîye.

Lêkolînerên Denmarkî Jimmy Andreasen û Iben Niegaard di sala 1985’an de hatibûne gundê Celikan û belgefilmeke li ser koçberîyê çêkiribûn. Hevkarê me Adem Ozgur bi wan re hevpeyvînek kiriye û her wiha bi çend wêneyên wê demê hatine girtin ve bi sernivîsa Kurikbûn di navbera du welatan de bi me dide nasîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.