Kormor bûye girêka kor

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 22:12

  • Li gorî yasayê serokê hikûmetê di heman demê de serokê desteya gaz û neftê ye, deng bide kîjan biryarê, tê qebûlkirin. Lê heta ku YNK û Gorran neyên razîkirin, ev sererastkirina yasayê pêk nayê. 

Hefteya bihurî di nava 4 rojan de 3 caran êrişa mûşekan hat kirin li dijî bîra gazê ya Kormorê. Li aliyê din di heman demê de ji bo kontrolkirina bîra gazê jî hêzeke Iraqê kete nava liv û tevgerê.

Bîra petrolê ya gazê ya Kormor li bajarokê Qadir Kerem ê ser bi Çemçemalê ye. Kompanya Dana Gaz ya Îmaratê, li santralê kar dike.

Dana Gaz kampanyaya herî mezin a neft û gaza xwezayî ya li Rojhilata Navîn e. Di sala 2005’an de hatiye avakirin û ji bo berhemhênana gaz û neftê li Herêma Kurdistan, Misr û Îmaratê kar dike. Sala 2007’an de Herêma Kurdistan û kompanyaya Dana Gaz peymana li ser gaza li Herêma Kurdistanê îmze kirin. Sala 2008’an berhemhênana gazê ya li Herêma Kurdistanê li bîra Kormorê dest pê kir.

Di 12’ê Hezîranê de rêveberê Pêkanîna Kompanyaya Dana Gaza ya Îmarat, Patrick Allmann-Ward derbarê gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Wî got, “Bîra gazê ya Kormorê çawa dikare gaza Herêma Kurdistanê pêşwazî bike, dikare gaza Iraq, Tirkiye û Yekîtiya Ewrupayê jî dabîn bike.

Lûleya gazê ji Tirkiyeyê heta sinor hatiye, bi temamkirina lşleya di navbera Hewlêr û Kormorê re, em dikarin gazê bişînin Tirkiyeyê.”

Rûsya û Îranê hişyar kir

Dana Gasê di hem,an demê de got, ew ê sala bê hilberînê ji sedî 25 zêde bike. Halê hazir ji bîra kormorê 440 milyon metrekab gaza xwezayî derdixe û şirket dixwaze vê bike 700 milyon metrekab.

Welatên Ewrupayê piştî şerê Rûsya û Ukrayanayê, di şer de pişta Ukraynayê digirin, lê ji sedî 40’ê gaza xwezayî ji Rusyayê ji bo welatên Ewrûpayê diçe. Welatên cîhanê dixwazin li şûna gaza ji Rûsyayê, berê xwe bidin Rojhilata Navîn û bi rêya Tirkiyeyê gazê bigihînin Ewrûpayê.

Di 28’ê Adara 2022’yan de serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di korbenda cîhanî ya enerjiyê ya li Îmaratê de got; “Herêma Kurdistan rojane nêzî nîv milyar metrekûp gaz hildiberîne û ev yek her ku diçe zêde dibe.”

Mesrûr Barzanî guh neda bangên Rûsya û welatên hevpeyman û got; “Ji bo dabînkirina enerjiya navxweyî û cîhanê derfeteke baş di destê me de heye. Em dixwazin Kurdistanê bikin navneda enerjiya li herêmê. Emê di demeke nêz de gazê ji bo beşên din ên Iraqê bişînin. Emê lazimiya ewlekariya Ewrûpa û Tirkiyeyê jî dabîn bikin.”

Van daxuyaniyan nexasim Rûsya û Îran aciz kir. Îran gaza ji Iraqê re laziom difiroşiyê, û çavkaniya qismek ji gaza Tirkiyeyê jî ew e. Îranê bi rêya aliyên Iraqê gelek caran di warê hinardekirina gaza herêmê de hişyar kir, ne xasim jî bi hişkî berpirsên YNK’ê hişyar kirin.

PDK dixwaze bixe destê xwe

Hefteya borî Hikumeta Herêmê projeya sererastkirinê ya neft û gazê pêşkêşî parlamena Herêma Kurdisatnê kir. Li gorî projeyê, serokê Dîwana Meclîsa Wezîran Umêd Sebah ê PDK’yî, wê li ser endamên Desteya Bilind a Neft û Gaza Herêmê were zêdekirin.

Heger parlamen projeyê qebûl bike, endamên PDK’ê yên li Desteyê wê bibin 3 û endamên YNK û Gorran jî bibin 3. Çi biryara YNK û Goranê dijî wê derbikeve, PDK bi vê hejmarê dikare di feydeya xwe de bi kar bîne. Li gorî yasayê jî, serokê hikûmetê di heman demê de serokê desteyê ye, deng bide kîjan biryarê, li ser navê desteyê tê qebûlkirin. Nabe ku YNK û Gorran razî nebin, ew yasa were sererastkirin. Yanî divê beriya wê YNK û PDK’ê li ser vê mijarê li hev kiribe. 

Êrişê hilberîn rawestand

Di 22’ê Hezîranê de cara yekem êriş li dijî bîra gazê ya Kormor pêk hat, 24 û 25´ê Hezîranê jî careke din êrişî Kormor hate kirin. Pêr jî hêzeke Iraqê û Heşdî Şeebî xwestin ber bi bîra gazê ya Kormorê ve biçin. Lê hêza Iraqê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat vegerandin.

Ji bilî êrişa li dijî bîra gazê, doh liv û tevgereke xerîb jî hebû. Ji ber vê jî karmendên di nava bîra gazê de bi wesayîtên taybet hatin veguhestin. Lê rê nedan karmendên Ereb û Kurd ji navenda bîra gazê derkevin.

Pê bi şev, bi çûyîna hêzên dijeteror û komandayan, cihgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî jî çûn navenda bîra gazê ya Kormorê. Li wir bi fermandarên leşkerî re civînek hat lidarxistin.

Gaz nayê hilberîn

Li gorî agahiyan niha karker di nava kargeha gazê de nemane, tenê parêzvanên bîrê mane û berhemhênana gazê jî hatiye rawestandin.

Ya balkêş êrişên berê yên li dijî bîra gazê ya Kormorê, xistin stûyê komên nêzî Heşdî Şeebî û Îranê. Lê vê carê komên ser bi Heşdî Şeebî, Tirkiyeyê bi êrişa li dijî bîra gazê ya Kormorê sucdar dikin.

Cihgirê berê yê Malbenda YNK’ê Hesen Baram li ser hesabê xwe yê facebookê, derbarê mijarê de got, “Ya ku ev 3 roj in li Kormor diqewime, ne ew e ku ev demeke li Hewlêr û kompanyaya Kar diqewime. Çavkaniya vê êrişî cûda ye, heta radeyek encama wê jî cuda ye.”

Heta niha ne aliyekî berpirsyariya êrişan girtiye ser xwe, ne jî Hikumeta Herêma Kurdistanê aliyên li pişt êrişî eşkere kirine.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.