Kooperatîf piştgiriya xelkê dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:55

NÛJIYAN ADAR / ANF / ŞEHBA

Li Kantona Efrîn-Şehbayê bi projeya kooperatîfê re hem aborî tê pêşvebirin hem jî piştevanî û alîkarî tê kirin. Di nava 2 salan de 5 hezar û 200 malbat tevlî 789 projeyên kooperatîfan bûn.

Piştî ku dewleta Tirk di sala 2018'an de Efrîn dagir kir, xelkê Efrînê koçî Şehbayê kir û ji bo bi hêza xwe aboriya xwe bi pêş bixîne gelek proje afirand. Yek ji van projeyan jî projeyên kooperatîfan bû ku sala 2022'an destpê kir. Ji Rêveberên Projeyên Kooperatîfan a Kantona Efrîn-Şehbayê Yahya Hesen Mihemed qala projeyên kooperatîfan kir û got:"Ji ber taybetmendiyên cografî yên kantonê em li qadeke welê ne ku ji bo kooperatîfan guncav e. Me xwe li ser sîstema komun bi rêxistin kir ku civak yekser di nav de heye. Bi rêya komunan me 5-6 malbat li hev kom kir û kooperatîfên zîreetê afirand. Ji bo pêşketina civakê û dewamkirina jiyana rojane rêxistiniya kooperatîfan girîng bû. Ji bo xurtkirina piştevaniya navbera gelan, kolektîvîzm û aboriya li ser bingeha hêza xwe, gaveke girîng bû. Me hektarek, du hektar zevî dan malbatekê. Di her projeya kooperatîfan de çend malbat hebin me li gorî wê hektar diyar kirin. Eger 7 malbat hebin heta 10 hektarî zevî radestî malbatan tê kirin. Me çandinî jî li gorî pêwîstiyê diyar kir. Kooperatîfa me ya herî girîng jî kooperatîfa genim e ku pêwîstiya sereke ye. Ji bilî genim her wiha ceh, kîmyon û pêwîstiyên din hatin diyarkirin." Yahya Hesen destnîşan kir ku armanca esasî ya kooperatîfan misogerkirina ahengî, yekîtî û piştevaniya li nava civakê ye û got:"Bi piştevanî û alîkariyê, malbat jî ji qezencê parekê werdigirin. Ji bilî piştgiriya ji bo pêkhatina kooperatîfan em hatineyekê bi dest naxin. Hatineya tê bidestxistin jî ji bo projeyên kooperatîfan ên cuda têne bikaranîn. Ji hatineya ji projeyên kooperatîfan em ji sedî 15 werdigirin, yên mayî jî di nava malbatên di kooperatîfan de parve dikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.