Konserên alîkariya li Elmanyayê

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Sibat 2023 - 02:46

Muzîkjen Aydin Amara yê ji bajarê Elmanyayê Hannoverê û muzîkjen Jan Jiyan ê ji bajarê Elmanyayê jî tevlî nava xebatên kampanyayên alîkariya ji bo mexdûrê erdhejê dibin. 

Aydin Amara bi giraniya felaketê, pêre pêre dihise: “xelk, dost û hevalan ewqas telefon kir”, êdî wî zanî qiyamet e. Ew dibêje, “Ev xelkê bajarên me ne. Nekarîn xwe bigihînin xizmên xwe.”

Jiyan Amara bi bîr dixe ku hikûmeta Tirk sînoran li konvoyên alîkariya insanî digire yên ku wê biçin Rojava û Sûriyê û dibêje:  “Ev şermek e. Li aliyê Sûrî yê sînor gelek dostên min û kesên hez ji muzîka min dikin hene. Min li wir konser dan. Bi xêra wan ez hunermend im. Ji ber wê gelek mitale û fikaran dikim.”

Niha di karê kampanyayên alîkariyê de cihê xwe bigirin jî. Hem Aydin Amara û hem jî Jan Jiyan dixwazin alîkariyê li cihê cih bikin. 

Jan Jiyan ji ber ku penaber e û ji ber helwêsta xwe ya beramberî dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan ji welatê xwe koçber bûye, nikare here û weke dixwaze alîkariyê bike: “Ez çawa bigihim balefirgehê, ew ê min ji ber stranên min û ji ber daxuyaniyên min ên siyasî bigirin." 

Her du jî bang li xelkê Kurd û xelkê li Elmanyayê dikin da ku alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê. Herdu tevî hunermendên din dixwazin li eyaletên Elmanyayê NRW û Niedersachsenê konserên ji bo alîkariya bi mexdûran re organîze bikin. Her du jî dixwazin alîkariyên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê e. V. bigihînin cihê cih. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.