• Hunermendên çar beşên Kurdistanê xwestin konsêrekê bidin bi armanca piştgiriya Yekîtiya Neteweyî ye. Komîteya Amadekar a Konserê tevî ku destûr ji Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê û Walîtiya Silêmanî destûr girt jî konsêr hat asteng kirin.

Asayîşa Silêmaniyê rê neda Yekşema borî li Silêmaniyê Konsera Yekîtiya Neteweyî pêk were. Hunermendên herçar parçeyên Kurdistanê wê bi armanca piştgirya yekîtiya neteweyî beşdarî konserê bibûna. Tevî ku Komîtiya Amadekar a Konserê ji Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê û Walîtiya Silêmaniyê destûr girtîbû jî konser hat astengkirin.

Destê derve heye

Şîlan Osman weke hunermendeke Başûrê Kurdistanê bi biryar bû ku tevlî konserê bibe, got; “Her çiqas ev biryar bi destwerdana hizbê tê kirin, di demekê de ku em dixwazin karekî ji bo piştgiriya yekîtiya neteweyî bikin, tê astengkirin. Destê welatên derve têde heye ku hez ji Kurdan nakin û naxwazin ji bo her çar parçeyên Kurdistanê karek were kirin.”
Hunermend Nasir Rezazî ku wê tevlî konserê bibûya got; “Pêwîst e ku hunermendên navxweyî guh nedin rê girtinê. Berdewam piştgiriya neteweya xwe bikin.”
Hunermenda ji Rojevayê Kurdistanê Mizgîn Tahîr jî diyar kir ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pêşiya wê hatiye girtin û got, “Ji bo hunermendan sînor nînin, lê parçeyek Kurdistanê ji nû ve gavên wê tundtir dibe.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ