Koma MA´yê ku di bin banê MA Musicê de xebatên xwe yên muzîkê didomîne, li Hola Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyas a Amedê bi beşdarbûneke xurt konserek li dar xist.
Eywana ku konser lê hat lidarxistin, tije bû. Endamên komê tev bi cilûbergên kurdî derketin ser dikê û stranên xwe bi kelecaneke mezin gotin. Guhdaran jî bi çepik û lîlandinên xwe hunermend bi tenê nehiştin.
Guhdar, piştî her stranê bi deqeyan çepik ji bo hunermendan lê dan û hezkirina xwe nîşan dan. Hunermendan jî bi stranên xwe yên gelêrî guhdar mest kirin û bûn sedema şeveke têr huner. Stranên gelêrî yên mîna "Govendê, Dola Zêbarê, Şalûlvan, Nexşê Mîrzo, Fadîkê, Gijilokê, Seydiko" her wekî din hatin gotin.
MA/AMED