Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) 2’yê adarê bi sernavê “Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Têkoşîna Aştî û Azadiyê” li Otela Elît Word a li Taksîma Stenbolê dê konferansekê li dar bixe.
Axaftina destpêkê bi navê organîzasyonê wê Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz bikin. Rûniştina ewil a konferansê wê bi sernavê “Weke Qadên Zext û Berxwedanê Girtîgeh û Mekanên Tecrîdê/Ceribandinên Navneteweyî” be û wê moderatoriya wê jî Sezîn Ûçar bike. Di berdewama rûniştinê de ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol wê bi sernavê “Pergala Tecrîdê ya li Îmraliyê”, parêzerê Mandela Kisten Govender bi sernavê “Mandela û Tecrubeye Başûrê Afrîkayê” û Urko Alrtza Azurtza bi sernavê “Tecrubeya Baskê û Girtîgeh” wê pêşkeşiyan bikin.
Sekretera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy wê moderatoriya rûniştina duyem a bi sernavê “Li Tirkiyeyê Wek Teknîkeke Rêveberiyê ya Betalkirina Hiqûqê” bike. Di vê rûniştinê de parêzerê OHD’ê Şevîn Kaya bi sernavê “Dadgaha Destûra Bingehîn û Nesepandina Biryarên AÎHM’ê” rojnamevan Alî Dûran Topûz bi sernavê “Li Tirkiyeyê Krîza Dadgeriyê” û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bi sernavê “Rejîma Înfazê ya li Dijî Girtiyên Siyasî Giran Dibe” dê pêşkeşiyan bikin.
Rûniştina sêyemîn jî dê bi sernavê “Aştî, Çareseriya Demokratîk û Diyalektîka Azadiyê” dê were kirin.
STENBOL/NAVENDA NÛÇEYAN