Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya Yekemîn a bi navê "Veguherînên Perwerdehiyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn" ku ji aliyê Zanîngeha Kobanê ve hatiye organîzekirin, li avahiya zanîngehê hat lidarxistin.
Rêveberên zanîngehên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê beşdarî konferansê bûne. Konferans bi daxuyanî û encamnameyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji hêla mamosteyê Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Aras Hiso ve hat xwendin û wiha hate gotin:"Ronîkirina rastiya perwerdehiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye xwedî pêdiviyeke lezgîn, ji ber ku perwerdehî bingeha pêşketina civakî û bidestxistina jiyaneke guncav û nimûneyî ye. Ji ber hingê ev konferans nûnertiya civateke zanistî, navxweyî û navneteweyî dike, da ku raman, pisporî û ezmûnên zanistî li ser bingeheke metodolojî ya saxlem, bi hev re werin parvekirin. Di heyama du rojan de gelek akademisyen, lêkolîner û teorîsyen çi ji hundirê welêt, çi jî yên ji welatên erebî û çi jî yên welatên Ewropayê beşdar bûn. Di encamê de gelek lêkolînên bijarte hatin pêşkêşkirin û bi amadekar û beşdarên mamoste û semînervanan re hate nîqaşkirin. Ji nava wê gelek karên kêrhatî ji bo paşeroja zarokan derkete holê." Di konferansê de gelek nêrîn û biryarên girîng derketine holê.
ANHA