• KNKʼê ji ber metirsiya man û nemana Kurdan û li dijî dagirkeriyê sibê konferansekê pêk tîne. Partiyên Rojava bersiv dan banga ji bo tevlîbûnê û gotin, ew ê beşdar bibin û işaret bi girîngiya hêlwêstê kirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 15ʼê Gulanê konferansekê li ser înternetê li dijî dagirkeriyê pêk tîne û ji bo vê bang li partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî kiribû û xwestibû beşdar bibin.

Partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bersiv dan banga KNK’ê ya ji bo beşdariya “Konferansa dijî dagirkeriyê” û diyar kirin ku ew ê tevlî konferansê bibin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) diyar kiribû ku ew ê 15’ê Gulanê “Konferansa dijî dagirkeriyê” li dar bixe û bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd kiribû ku tevlî konferansê bibin.

Hêlwêsteke Kurdî divê

Li ser banga KNK’ê 25 partiyên Rojavayê Kurdistanê ku di bin sîwaneya Partiyên Yekîtiya Netewîya Kurdî kom bûne, diyar kirin ku ew ê tevlî konferansê bibin.

Nûnerên partiyan ku têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivîn û gotin wan banga KNK’ê bi erênî pêşwazî kiriye.

Endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş, Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Loqman Ehmê û Hevserokê Partiya Aştî ya Demokrasiya Kurd Li Sûriyê Telal Mihemed diyar kirin ku girînge li dijî êrişên Tirkiyeyê hêlwêsteke Kurdî bê nişandan. Rêveberên partiyan bang li tevahiya hêz, partî, kesayet û rewşenbîran kirin ku tevlî konferansê bibin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ