Konferans lezgîn û jiyanî ye 

Pêncşem 16 Çile 2025 - 03:05

  • Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad diyar kir ku yekitiya netewî ji bo rawestandina êrişên ser Rojava girîng û jiyanî ye û got: Niha pêwistiya me bi stratejiyeke neteweyî heye. Ji bo vê jî divê em serî de yêkitiya xwe ava bikin. Konferanseke netewî lezgîn û jiyanî ye.

Xebatên KNK’ê berdewam in. Bi taybet jî piştî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, KNK’ê lez da xebatên xwe. Di çarçoveya xebatan de ev zêdetirî du hefteye KNK li Herêma Kurdistanê bi partî, derdorên siyasî û dezgehên ragihandinê re hevdîtinan dike. Şandeyê heta niha bi Tevgera Helwest, Waliyê Silêmaniyê, PDK-Î û gelek saziyên din re civiya û der barê yekitiya Kurdan de li nêrîn û nirxandinên wan guhdarî kir. Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad têkildarî xebatên li Herêma Kurdistanê axivî.

Xebatên ji bo yekîtiyê 

Zeyneb Murad, diyar kir ku xebatên wan ên ji bo avakirina yêkitiya neteweyî ya Kurd bi salane didomin û got ku tifaqiya Kurd herî zêde di vê pêvajoyê de hewce dike û got:“Saleke beriya niha bi minesebeta sedsala Lozanê, li bajarê Lozanê konferans pêk hat û encam da. Di vê konferansê de yekitiya netewî rojeveke sereke bû. Bi taybetî saleke zêdetire şerê Îsraîl-Hamasê didome. Di heman demê de şerê Lubnanê çêbû. Guhertinên mezin ên dawî li Sûriyeyê çêbûn. Niha rewşa rojavayê Kurdistanê rewşeke aktuele. Li ser van geşedanan weke KNK’ê me biryar da ku şandeyeke di asta hevserokatiyê û rêveberiya Brûkselê de xebatekî bide meşandin. Ji bo pêkanîna şêwreke neteweyî. Niha êrişên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li wir jî di heman çarçoveyê de xebat tên meşandin.”

Pêwîstî bi stratejiya neteweyî heye 

Zeyneb Murad anî ziman ku bi avakirin û bihêzkirina tifaqiya Kurd ew dikarin pêşiya êrişên ser gelê Kurd bigirin û got:’’Rewşa herêmê niha krîtîk e. Dijminên me li çar parçeyên Kurdistanê êriş dikin. Di vê qonaxa krîtîk de pêwîstiya me bi stratejiyeke neteweyî heye. Li ser vî esasî me biryar daye ku ev şande bê avakirin, li her çar perçeyên Kurdistanê pirsgirêkên me yên navxweyî biaxivin û ji partiyên Kurd û rêxistinên Kurdî şîret bigirin. Ev xebata ku me daye destpêkirin xebateke pir girîng e. Piştî rûxîna rejîma Esad, îdareyeke nû hat avakirin. Niha tenê statûyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, ew jî Rêveberiya Xweser e. Ev rêveberiya ku 13 sal in hemû gelan di nav xwe de dihewîne niha di xetereyê de ye. Loma me ev pêwîstî dît ku em weke Kurd çawa dikarin piştgirî bidin gelê Rojava. Çûyina KNK'ê ya li başûrê Kurdistanê şewrêke netewî, bi kesayetên civakî, akademîsyen, partiyên siyasî û hemû tevlî vê şêwreyê bibin. Di çarçoveya vê kar û xebatê de hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin. Di van hevdîtinan de hemû partiyên siyasî di ji vê qonaxa xeternak agahdar in û bi vê hesasiyetê tevdigerin." 

Divê tavilê biryar bê dayîn 

Zeyneb Murad, bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansa netewî ya Kurd û got:“Divê ku tavilê em biryara konferansa yekitiya netewî ya Kurd bidin. Em dibînin ji Emerîka heta ku hemû welatên dinyayê de îro behsa Kurdan dikin. Çimkî Kurd îro xwedî projeyên çareseriyê ne. Ev erkeke dîrokî ye û pêwîste herkes ji bo berjewendiyê netewa Kurd tevbigere. Berpirsyariya vê tenê nakeve ser milê hizbên siyasî dikeve ser milê herkesî ku vê erkê pêk bîne. Kar û xebatên me yên di vê çarçoveyê de didome û wê bidome."

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.