Komxebata têkbirina dagirkeriyê 

În 9 Tîrmeh 2021 - 03:28

  • KNK: Ji bilî yekîtiya nîştimanî ti rê li pêşiya me tine ye ji bo ku em destketiyan û vê kongreyê biparêzin. Em hêvî dikin ku hêz, rêxistinên siyasî û sivîl di vî warî de piştgiriya me bikin.

Komxebata yekîtiya neteweyî ya KNK-Rojava, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê lidarxistin, doh bi rê ve çû. Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Ekrem Hiso got, "Dewleta Tirk dixwaze me qir bike." Hevserokê KNK'ê Ehmed Qeremûs jî got, divê Kurd stratejiyeke neteweyî bi pêş bixin.

Bi pêşengiya KNK-Rojava, bi dirûşma "Em ê bi yekîtiya neteweyî pêşî li dagirkerî û şerê navxweyî bigirin" komxebatek çêbû.

Tevî partiyên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan tevlî komxebatê bûn. Ji Komîteya Şêwirmendiyê ya PDK-S'ê Mihemed Hac Eyub û vexwendiyên ji Heleb, Şehba û Kobanê tevlî komxebatê bûn.

Beşê destpêkê li metirsiya dagirkeriya Tirk li ser dîroka Kurdistanê bû û Sekreterê Giştî yê PDSK'ê Cemal Şêx Baqî û Endamê Rêveberiya KNK-Rojava Ebîr Hesab ev beş bi rê ve birin. Beşê duyemîn li ser helwêsta Kurdan a di vê pêvajoya dîrokî de bû û endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif û parêzer Fadil Mûsa ev beş bi rê ve birin.

Dagirkerî êrişî hebûna Kurd dike

Komxebatê bi axaftina Endamê Rêveberiya KNK'ê Ekrem Hiso dest pê kir. Ekrem Hiso anî ziman ku armanca komxebatê ew e, gelê Kurd li dijî metirsiyan bibin xwedî heman helwêst û got, "KNK hewl dide li çar aliyên Kurdistanê Kurdan li heman refî bicivîne. Dagirkeriya Tirk niha êrişî hebûna gelê Kurd dike û armanca xwe dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye."

Hiso destnîşan kir ku gelê Kurd, YPG, HPG û hêzên pêşmerge li ber dagirkeriyê radibin, hebûna gelê Kurd diparêzin û diyar kir ku divê piştgiriya vê berxwedanê bê kirin.

Hiso bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker tengav bûye, li gelek aliyan têk çûye û got, "Dewleta Tirk niha hewl dide ku li Astanayê hin civînan li dar bixe. Armanca xwe ya bingehîn ew e ku nehêle Deriyê Sînor ê Til Koçerê bê vekirin. Lewma divê bê zanîn ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike."
Piştî axaftina Ekrem Hiso, nîqaşên li ser metirsiya dagirkeriya Tirk a li ser dîroka Kurdistanê dest pê kir.

Stratejiyeke hevbeş a Kurdan

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs bi rêya Skype tevlî komxebatê  bû. Qeremûs destnîşan kir ku komxebat di pêvajoyeke gelek hesas de li dar ketiye û gelê Kurd rastî êrişên dagirkeriyê tê. Wî got, dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişî Başûrê Kurdistanê dike û ji gelek salan ve êrişî Rojava dike.


Qeremûs piştrast kir ku dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê van êrişan dike, ji ber wê jî bang li hêz û civaka Kurdistanê hemûyan kir da ku li hemberî dagirkeriya Tirk bibin yek û li ber xwe bidin. Qeremûs wiha dewam kir: “Divê helwêstek hevgirtî bê nîşandan ku hebûna gelê Kurd û Kurdistanê û destketiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, werin parastin.”


Her wiha Qeremûs da xuyakirin heke rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk neyê girtin, Kurdistan bi giştî bi xetereyê re rû bi rû bimîne û bang kir da ku stratejiyeke hevbeş a Kurdan were danîn û divê Kurd hemû xwedî li vê stratejiyê derkevin.


Hevserokê KNK`ê Ehmed Qeremûs di dawiyê de got: “Ji bilî yekîtiya nîştimanî ti rê li pêşiya me tine ye ji bo ku em destketiyan û vê kongreyê biparêzin. Em hêvî dikin ku hêz, rêxistinên siyasî û sivîl di vî warî de piştgiriya me bikin.”

Gava nûçeya me dihat amadekirin, komxebatê hîna pêşniyazên xwe eşkere nekiribûn, lê çav li rê ye ku ev pêşniyaz îro bi encamnameya komxebatê re bên eşkerekirin.

QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.