Komxebata Rojhilata Navîn
Duşem 12 Hezîran 2023 - 13:33
- Li paytexta Lubnan Beyrûtê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, neteweya demokratîk û rola jinan, rêbazên xebatên hevpar ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn, komxebatek tê lidarxistin.
Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirrengî, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT li paytexta Lubnan Beyrûtê komxebatekê li dar dixe.
Komxebat bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk, rêya ber bi aştiyê ve" tê lidarxistin. Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê mîna Lubnan, Iraq, Tunis, Sûdan, Filistîn, Urdin, Misir, Afrîka Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê wê zêdetirî 80 hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî komxebatê bibin.
Komxebat wê îro dest pê bike û êvara 14'ê Hezîranê bi dawî bibe. Tê payîn ku komxebatê li ser 4 rûniştin pêk were.
Bernameya komxebatê
Di roja yekemîn a komxebatê de wê ji aliyê sekretêrê giştî û damezrînerê Platforma Federal a Daîmî ya Lubnanê Alferd El Riachî û mêvanan ve axaftin werin kirin. Piştre wê mijarên rûniştinên yekemîn û duyemîn werin nîqaşkirin.
Rûniştina yekemîn bi sernavê "Aloziya global û bandorên wê li Rojhilata Navîn" e. Di rûniştinê de wê aloziya global, sedem û bandorên wê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, bandora aloziyê li Lubnanê û rêbazên çareseriyê werin nîqaşkirin. Her wiha wê pirsgirêka rêveberiyê li Rojhilata Navîn were şirovekirin.
Rûniştina duyemîn bi sernavê "Rêveberiya gel û astengiyên li pêşiya wê" ye. Ew ê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedem û bandorên wê, rewşa heyî ya Rêber Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna ji bo têkbirina komployê werin nîqaşkirin.
Bernameya Roja duyemîn
Di roja duyemîn a dawî de jî wê du rûniştin pêk werin û encamname were derxistin.
Di rûniştina sêyemîn a bi sernavê "Bingehên ronesansê li Rojhilata Navîn" de, wê şoreşa fikrî û exlaqî, neteweya demokratîk û şoreşa jinê werin şirovekirin û sinevîzyonek li ser şoreşa jinê were pêşandan.
Rûniştina çaremîn wê bi sernavê "Ber bi Rojhilateke Navîn a demokratîk ve" were birêxistinkirin. Di vê rûniştinê de jî wê stratejiya hevpar a ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk, xebatên hevbeş ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina pirsgirêka penaberiyê ya li herêmê, bi taybet li Sûriyeyê werin şirovekirin.
Di dawiyê de wê encamnameya komxebatê were eşkerekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN