Komploya 15’ê Sibatê bêmînak e

Duşem 5 Sibat 2024 - 00:53

Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan weke rûdaneke ‘’bêmînak’’ a sedsalê bi nav kir, diyar kir ji bo ku Ocalan pêşniyaza DYE’yê ya bi çarçoweya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (PMR) qebûl nekiriye biryar li ser komployê hatiye danîn. Emran ev gotinên Ocalan bi bîr xist:’’Ez nabim şervanê ti kesî. Ji ber vê, nekarîn ku sekna min, nekarîn min bikişînin nav PMR’ê û komplo sazkar kirin.’’

 Ocalan siyaseta jiyanê li ber xwe danî 

Emekçî yê ku ji MA’yê re axivî, têkilî pêvajoya derketina ji Şamê got hêzên komploger zor lê kirin ku Rêber Ocalan ji Şamê derkeve, Ocalan jî li şûna çiyê berê xwe daye Ewropayê û têkilî sedema vê tercîhê jî, weke ku Rêber Ocalan aşkere kiribû, bi bîr xist û got,’’ Bingeha çareserkirina pirsa Kurd a bi rêyên demokratîk li wir hebû. Lewma xwest rêya Ewropayê biceribîne. Heke rêya çiyê tercîh bikira dê şer girantir bûbûya. Ji ber ku amadekarî hatibûn kirin û her roj çiya dihatin bombebarankirin. Dibûya ku bi sedan, bi hezaran kurd ji bo parastina Ocalan biketina şer û jiyana xwe ji dest bidana. Lê birêz Ocalan siyaseta jiyanê esas girt.”

Ocalan komplo pûç kir

Emekçî têkilî helwesta Ocalan a piştî ku radestî Tirkiyê tê kirin wiha domand:‘’Siyaseta wî ya jiyanê hem lîstika girankirina pirsgirêka kurd  pûç kir û hem jî kir ku hêzên xwe biparêze û mezin bike. Birêz Ocalan dibêje; ‘Ez ne dîlgirtiyê Tirkiyeyê, yê komploya navneteweyî me.’’ Armanca komployê kûrkirina pirsgirêka kurd bû. Parastina xwe li dijî pergala cîhanê dike. Modernîteya Demokratîk jî bi vî awayî pêş dixe.’’ Emekçî bi berdewamî diyar kir hêzên global ên komploger armanc kirine ku di şexsê Ocalan de pirsa Kurd girantir bikin û got,’’Di şexsê birêz Ocalan de Lozan careke din nûjen kirin. Lê sekn û berxwedana birêz Ocalan a li Îmraliyê, ev komplo pûç kir.’’

 Xilasî Rêya Sêyan e 

Emekçî bal bire ser hewldanên sabotekrina rola Rêber Ocalan, destnîşan kir di vê hewldanê de rola hêzên navnetewî heye, gotina Ocalan ku dibêje,’’Di komployê de rola qerdiyaniyê dane Tirkiyê’’ bi bîr dixe û dibêje,’’Heke bala we kişandibe di pêvajoyên çareseriyê de Tirkiye hilmê distîne û aborî baş dibe. Li van 8 salên dawî binêrin, tu dewlet neman ku Tirkiyeyê tavîz nedabinê. Weke mînak ji bo astengkirina qursên kurdî yên li Japonyayê tawîzan dide. Ji bo tunekirina her tiştê bi navê kurd tawîzan dide. Gelek caran birêz Ocalan got; ‘li şûna ku ewqas tawîzan bidin, werin vê derê bi min re li hev bikin.’ Lê mixabin wisa nakin. Bi dayîna ewqas tawîzan êdî çavkanî ji xwe re nehiştine. Rêya xelasiyê, Rêya Sêyemîn e. Çareserî bi rê, siyaset, partî û perspektîfeke nû dibe.”

Imralî pergaleke navnetewî ye

Parêzer Emran Emekçî  bal bire ser pergala Imraliyê û got,’’Îmrali, pergaleke navneteweyî ye. Lewma divê zextekî navneteweyî were kirin. Divê kampanyayên navneteweyî û Rêya Sêyemîn mezin bibin. Bi rêya zexta raya giştî dikare ev statûkoya çewt were bidawîkirin. Dibe ku enerjiyeke veguherînê jî bi xwe re bîne. Lewma kampanyaya navneteweyî girîng e. Ji bo Mandela jî di qada navneteweyî de kampanya hatin kirin. ‘’

Ocalan ji çareseriyê re hazir e

Emekçî wiha domand: ‘’Ocalan ji bo vê amade ye. Ya ku kêm îradeya siyasî ya dewletê ye. Divê îradeyeke ku bi Ocalan re îradeya çareseriyê pêş bixe hebe. Ev jî azadî ye. Azadiya birêz Ocalan û çareserî girêdayî hev in. Lewma bi van kampanyayan hewl didin vê îradeyê derxînin holê.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.