Komploger li ser kar in

În 9 Sibat 2024 - 03:45

  • Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta: Ev 25 sal in tiştekî ku hêzên komploger nekirine nemaye. Lê encama dixwestin bidest nexisin. Lê dest ji komployê jî bernedane. 

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, bi wesîleya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Avesta, hêzên ku tevlî komployê bûne, bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ew di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi minetdarî bibîr tîne. Avesta destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan, ev 25 sal in li Îmraliyê berxwedaneke bê hempa raber dike û got:’’Rêber Apo bi hemû aliyan ve komploya navneteweyî şîrove kir. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi komploya li dijî Rêber Apo destpê kir. Eger Rêber Apo komploya navneteweyî şîrove nekireba, wê di sala 1999’an de li Rojhilata Navîn di navbera gelê Kurd û Tirk de Şerê Cîhanê yê sêyemîn destpê kiriba. Hêzên navneteweyî ji bo ku herêmê di nava xwe de dabeş bikin, ev komplo pêk anîn. Hêzên komploger baş dizanîn ku ger Rêber Apo beralî nekin, wê nekaribin li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe bi dest bixin. Hêzên weke Emerîka, Îsraîl, Îngilistan li herêmê siyaseteke qirkirinê dan meşandin. Di esasê xwe de van hêzan komplo pêş xistin. Hêzên weke Yewnanistan, Rûsya û lingên wan ên li herêmê, bi taybetî hevkarê wan PDK jî rol lîstin. Rêber Apo ev lîstokên wan dît. Bi feraseta jiyan kirin û dayîna jiyankirin, nêzî vê yekê bû. Ev 25 sal in Rêber Apo li girava Îmraliyê dîl hatiye girtin. Li vir rola dewleta Tirk tenê nobet girtin e.’’

Bi paradîgmayê komplo pûç kir 

Sozdar Avesta, bi bîr xist ku di van 25 salan de gelê Kurd û dostên wan bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedaneke mezin nîşan dane û got:“Bi paradîgmaya Rêber Apo ev komplo vale hat derxistin. Lê hem hêzên komploger û hem jî hêzên ku berjewendiyên xwe di şerê li Rojhilata Navîn de dibînin, nahêlin ku çareserî pêş bikeve. NATO vê pêvajoyê dide meşandin. Van hêzan çawa ku nehiştin Rêber Apo li Ewropayê bi cih bibe, niha şerekî dijwar li dijî tevgera azadiyê didin meşandin. Bi dîlgirtina Rêber Apo, dixwazin tevgera azadiyê teslîm bigirin. AKP-MHP dixwazin komployê nûjen bikin. Di sala 2009’an de Rêber Apo got, em mizgîniyê didin gelê xwe, me komplo bi bin xist. Ev heqîqetek bû. Komplo negihişt armanca xwe. Lê dest ji komployê jî bernedane. Bi tecrîda girankirî ya ku ev 3 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, hewl didin komployê bidomînin.  

Rêber APO nûnerê hemû netewan e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta derbarê têkoşîna li dijî komployê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî ev nirxandin kirin:’’Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her demê pêngavên azadiyê pêş xistin. Ev 12 sal in li Strasboûrgê ji bo Rêber Apo nobeta azadiyê tê girtin. Ji sala 2020’an ve jî bi dirûşmeyên ‘Dem dema azadiyê ye’, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ pêngav tên pêşxistin. Divê bi van pêngavan fikir û felsefeya Rêber Apo bê gihandina hemû, rewşenbîr û gelan ku bikaribin xwe bi vê felsefeyê ji nû ve ava bikin. Me dît kampanyaya ‘Roja Xwendina Pirtûkên Rêber Apo’ bandoreke çawa kir. Niha jî bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê û enternasyonal, li Ewropayê meşa dirêj heye. Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, ji du aliyan ve meş dane destpêkirin. Ev pêngavekî gelekî pîroz û binirx e. Ji 27’ê Mijdarê û vir ve li zindanan girtiyên azadiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Li derve jî Dayikên Aştiyê û gelê me piştgiriyê didin çalakiya li zindanan. Tehemula gelê Kurd, dostên Kurd û kesên enternasyonal, kesên ku azadiya xwe di fikir û ramanên Rêber Apo de dibînin, êdî ji dîlgirtina Rêber Apo re nemaye. Ev bi rastî jî pîroz e û cihê silavkirinê ye. Hêzên komploger di 25 salan de tiştek nema ku nekirin, lê tevî vê yekê jî negihiştin armanca xwe. Ji ber ku her kesê hîn zêdetir Rêber Apo nas kir. Rêber Apo ne şexsek e, Rêber Apo nûneriya tevahî netewan dike. Rêber Apo mîmarê xeta azadiya jinê ye. Lewma li wir girtina Rêber Apo, êdî xeteriyeke li ser tevahî mirovahiyê ye. Di encama 25 salan de em dibînin ku em gelekî nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bûne. Divê di sala 26’an de em têkoşînekî hîn xurttir pêş bixin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.