Gerîlayên YJA Starê Zîlan Kobanê, Tara Mako û Arîn Merwan li ser Komploya 15'ê Sibatê û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê axivîn.

 

ZÎLAN KOBANÊ: Rêbertî ku alternatîfa mejiyê desthilatdariyê pêşkêş kir, ji bo ev şer bi dawî bibe di îradeya azad de israr kir û hate dîlgirtin. Lewma 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke giran e. Weke gerîlayên YJA Starê em ê bi îradeya xwe, bi fikrê xwe yê azad û têkoşîna xwe komployê pûç bikin. Divê gel û ciwanên Kurd serî li ber dijmin netewînin, serî hildin. Êdî dem hatiye ku Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, ji bo vê divê têkoşîn bê bilindkirin.

 

TARA MAKO: Dema ku mirov bala xwe didin dîrokê, dibînin ku ti Rêberî mîna Rêber Apo jin û gelê Kurd neparast û bi pêş ve nebir. Eger jin û ciwanên Kurd îro li ser heqîqetê bi pêş ve diçin û nasnameya Kurd nas dikin, xwedî lê derdikevin, ev yek bi saya keda Rêber Apo ye. Bi têkoşîna ku sala 2023'an bê meşandin em nabêjin ku em ê destê Rêber Apo xurt bikin. Bi biryardariya xwe ya têkoşînê em ê sala 2023'an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. 

 

ARÎN MERWAN: Komploya 15'ê Sibatê ne tenê li ser Rêber Apo hate kirin. Hem li dijî gelê Kurd hem jî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin. Ji bo pûçkirina komployê divê gelê Kurd û gelên din dest bidin hev. Em bi îdeolojiya Rêberê xwe, xwe bi pêş ve dibin û ji bo pêkanîna çalakiyên xurt di nava têkoşînê de ne. Lewma îdîaya me mezin e, eger em dest bidin hev em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. 

BEHDÎNAN