Komplo wê bi temamî bê têk birin

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:07

  • NPG’ê diyar kir ku têkoşîna wan a bi rihê fedayî yê APO’yî tê meşandin, wê teqez bi serbikeve û got: Êdî eşkere bûye ku komplo wê bi temamî were têk birin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku gerîlayên azadiyê hesabê her êrîşeke li ser Rêber Abdullah Ocalan û gel dipirsin û ji niha û pê ve jî çi dibe bila bibe wê hesab bipirsin.

NPG Di dewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje:"Weke ku cîhan tev şahidiyê jê re dike; Rêber Apo gelê Kurd ji xweliyên wê jinûve afirandiye, kiriye xwedî hişmendî, hêz û baweriyê, bi rêxistin kiriye û gihandiye asta gelekî welatparêz ku têdikoşe û di oxira azadiyê de hemû berdêlan dide ber çavên xwe. Rêber Apo şoreşa vejînê ya gelê Kurd pêk anî, îdeolojî, tevger û rastiya jin a azad afirand ku weke şoreşa di nava şoreşê de tê pênasekirin. Vê yekê bandor li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst ên hegemon ku dixwazin pêşî li rastiya Rêber Apo û gelê Kurd a azadiyê bigirin, komploya herî bêrehm, zexel û namerd a dîroka mirovahiyê amade kirin. Piştî gelek komplo û êrîşên qirkirinê yên di nava sedsala dawî de li gelê Kurd hatin kirin, di 15'ê Sibata 1999'an de Komploya Navneteweyî jî kirin, bi vî rengî fermana kuştina Kurdên azad îmze kirin û xistin meriyetê. Ji ber vê yekê Rêber Apo 15'ê Sibatê weke Roja Qirkirina Kurdan pênase kir. Gelê me û tevgera me her roja 15'ê Sibatê weke roja lêpirsîna li xwe, çareserkirina kêmasiyên xwe, nîşandana rastiya komplogeran, dîtina êrîşên li ser hebûn û azadiya me û biryardariya li ser têkoşîna mezin a li dijî van, pêşwazî dikin.

Rêber APO bû gerdûnî

NPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de îşaret bi berxwedana 25 salan a Rêber Abdullah Ocalan li grava Îmraliyê dike û wiha dibêje:’’Rêber Apo bi berxwedana mezin a 25 sal in li Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê dike, bi sekna xwe ya dîrokî ya azadiyê, bi sebra xwe ya awarte, bi rê û rêbaza têkoşînê ya dahiyane êrîşa komployê ya navneteweyî pûç kir. Gelê me yê welatparêz û partiya me PKK li dora Rêber Apo civiyan, di xeta Apoyî de israr kirin, bi vî rengî têkoşiyan. Rêber Apo jî yek ji gavên xwe yên herî mezin ên paradîgmayî yên dîroka mirovahiya azad avêt, alternatîf pêşkêş kir û bû Rêberê gerdûnî. Êdî misoger bûye ku komploger wê nikaribin meşa azadiyê ya dîrokî ya Rêber Apo, PKK û gelê Kurd bisekinînin, têkoşîna me ya ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve û komployê bi temamî têk bibe.

Em ê komployê parçe bikin

Fermandariya Navenda Parastina Gel NPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê weke gerîlayên azadiya Kurdistanê,li dijî her êrişeke li ser Rêber Abdullah Ocalan û gel tê pêkanîn hesab bipirsin û wiha got:’’Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li ber vê rastiyê, xwe weke artêşa fedaî ya Rêber Apo pênase kirin, xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xurt kirin, rêbaza jiyanê ya Apoyî ji xwe re kirin esas û xwe li gorî vê yekê birêxistin kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku sûd, bawerî, îrade, ruh, rêbaz, tempo û afirîneriya xwe ji Rêber Apo werdigirin, ji bo parçekirina komployê û afirandina paşeroja azad xwe feda dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di sala 25'an a komployê de ji eyaletên Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê bi rengekî fedaî li ber xwe didin, bi çalakiya dîrokî ya hevrê Rojhat û Erdal ev ruh gihandin asta herî bilind. Heman ruh li Zap, Metîna û Xakurkê veguherî operasyonên şoreşgerî yên gerîlatiya modernîteya demokratîk, têkoşîna me derbasî qonaxeke nû kiriye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çawa ku hesabê her êrîşeke li ser Rêber Apo û gelê me dipirsin, ji ku tê bila bê wê hesabê her êrişê ji niha û pê ve jî bi ruhê fedaî yê Leyla, Axîn, Rojhat, Erdal, Rizgar û Serxwebûnan bipirsin. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi vê bawerî, têgihiştin û bi vî ruhî em biryardariya xwe destnîşan dikin ku Komploya Navneteweyî parçe bikin, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.