Komleya Hanauyê bîra penaberan bir

În 10 Hezîran 2022 - 21:50

  • Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Hanauyê 29’ê Gulanê kongreya xwe li dar xistibû û hin biryarên pratîkî jî dabûn. Wê dest bi bicihanîna van biryaran kir. 

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Hanauyê 29’ê Gulanê kongreya xwe li dar xistibû û hin biryarên pratîkî jî dabûn. Wê dest bi bicihanîna van biryaran kir. 

Di kongreyê de biryar hatibû wergirtin ku tevneke piştgiriyê bi ciwanên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê çûne Elmanyayê û bi malbatên welatparêz re bê avakirin û ji bo kampên penaberan komîte bê avakirin. 

Li gorî biryarê, li wargeh û kampên penaberan ên li Hanauyê komîte hatin damezrandin. Komîsyona Ciwanan û Çandê ya NCDK a Hanauyê û komîteyên kampan, Kurdên li kampan vexwendin komeleyê û guh dan pirsgirêkên wan. Penaberan daxwazên xwe yên parêzer, tercûman, peydakirina xaniyekê û kar îfade kirin û NCDK a Hanauyê jî soza alîkariyê da wan.

Rêveberên komeleyê da zanîn ku ew ê xwedî li her welatparêzê ji Kurdistanê koçber bûye, xwedî derkevin û piştgiriya lazim a civakî, hiqûqî, psîkolojîk û insanî bikin. Piştre bi hev re xwarin hat xwarin û li hewşa komeleyê jî li ber muzîkê govend hat gerandin. 

HANAU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.